Li Amed, Riha, Mêrdîn, Wan, Cizîrê, Dêrsim, Stenbolê bi sed hezaran kes ji bo piştevaniya Rojava ya cîhanî bi ruhê yekîtiyê meşan li dar xist.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Bi Rojava Re ya Cîhanê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li Dêrsimê, li Amedê, li Wanê, li Cizîrê, li Batmanê û li Stenbolê bi sed hezaran kes dimeşin. Di meşan de bi sedhezaran kes bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk, bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Rojava re meşiyan.
Piştî meş bi dawî bûn daxuyaniya hevpar hate dayîn û siyasetmedar axivîn.












