Li navçeya Qeladizê zêdeyî deh hezar kesî ligel baranê jî daket qadan û piştgirî da Rojavayê Welat.
Gelê bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê ve zêdehî deh hezar kesî ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek li dar xist. Di meşê de bênavber diruşmên, “Bijî Kurdistan”, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Di meşê de êrişên çeteyan bi tundî hatin şermezarkirin û piştgiriya bi Rojava re hate qêrîn.
Ji 7ê heta 70ê gel li daket padan

Xwenekar, mamoste, karmend, jin, ciwan, pîr û kal di bin baranê de meşiyan û soza mezinkirina têkoşînê dan. Di meşê de al hatin hilgirtin, poster û rengên Kurdistanî hatin bilindkirin. Di axaftinên hatin kirin de girîngiya xwedî derketina Rojava hate destnîşankirin û bang yekîtiya Kurdan hate destnîşankirin.
Navçe û bajarên Başûr li ser piyan e
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi rojane li hemû navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê gel ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li qadane.













