Şandeya ENKSê ya ku li Şamê ye îro bi Ehmed Şera re li Şamê civiya. Duh jî şande bi Wezareta Karên Derve re civiyabû.
Li gorî hesabê fermî yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, serokê hikûmeta Ehmed El Şera îro bi şandeya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re li Qesra Gel a Şamê civiya.
Hat bibîrxistin ku di hevdîtinê de Şera gotiye dewlet pabende mafên hemwelatiyên Kurd di çarçoveya destûrê de garantî bike.
Şandeya ENKSê jî biryarnameya serokatiyê ya hejmara 13an pêşwazî kir û got gaveke girîng a di pêşxistina mafan û parastina taybetmendiyên çandî û civakî de ye.
Duh şandeya ENKSê çûbû Şamê û bi wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê Esed El Şeybanî re civiyabû.













