Li Şangalê alîkariyên bi armanca piştgiriya koçberan hatine komkirin ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatin şandin.
Gelê Şengalê ku li aliyekê ji roja êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê destpêkirîn heta niha li ser piyan e, li aliyê din xebatên komkirina alîkariyan dike. Qampanyaya alîkariyê ku di 25’ê Çileyê de dest pê kirî, heta 6’ê Sibatê berdewam kir. Ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, gelê Şengalê bi giranî kelûpelên germkirinê, cil û berg û pêdiviyên bingehîn ên demsalê kom kirin.
Alîkarî derxistin rê
Alîkariya heta niha hatiye komkirin bi awayek komînî pêşiyê hate tasnîfkirin û piştre bi heman hevgiriyê li bargiran hate barkirin. Ji ber ku deriyê sînor ê rasterast di navbera Şengal û Rojava de girtî ye, şandina alîkariyan bi rêyên alternatîf pêkan bû. Alîkariya ku ji 2 tiran pêk tê, ji Şengalê ber bi parêzgeha Dihokê ve hat rêkirin û tê payîn ku ev herdu tirên alîkariyê, sibê di deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.
















