Amedspor û Pendîkspor li Stenbolê hatin hemberî hev. Maç 2-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
Amedspor di maça 24emîn ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbula Tirkiyeyê (TFF) de bi Pendîksporê re li Stenbolê hat hemberî hev.
Di beşa yekem a maçê de her du tîm jî nekarîn skorê biguherînin û listîkvanê Pendîksporê Hakan Yeşîl di deqîqeya 42 de qerta sor xwar.
Amedspor bi awayekî xurt dest bi beşa duyemîn kir û deqîqeya 49an de bi asîsta Mbaye Diagne, Adama Traore gol avêt û Amedspor 1-0 pêş ket.
Di deqîqeya 60an de jî bi asîsta Zdravko Minchev Dimitrov, Mbaya Diagne skor kir 2-0. Maç bi vê skorê xilas bû.
Amedspor di hefteya 24emîn jî rêza yekemîn de puana 49 xilas kir. Amedspor dê di maça hefteye 25emîn de 15ê Sibatê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê bi Sakaryasporê re were hemberî hev.













