• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Yûsûfoglû: Berxwedana gelê Kurd komployê pûç kir dora azadiyê ye

Esra Polat / AW

12 SIBAT 2026 - 10:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Ridvan Yûsûfoglû ê ku 32 salan di zindanê de li ber xwe da derbarê komploya 15ê Sibatê de wiha got: “Dîrok dê dîsa gelê Kurd mafdar derxe. Gelê Kurd wê li ser şopa Rêberê xwe biçe û ev têkoşîn wê bi ser bikeve. Komplo bi berxwedana gelê Kurd hate pûçkirin û berxwedanê kir ku pêvajoya çareserî û muzakereyê bi xwe re anî. Dora azadiyê ye. Em hêvî dikin wê ev pêvajo bi serkeftî encam bibe.”

Hêzên hegemon Amerîka, Îsraîl û Îngilistan bi tevlêbûna gelek dewletan bi operasyoneke CIA û MOSADê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de Li Kenyayê girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Hêzên hegemon bi vê komployê xwestin têkoşîna gelê Kurd a azadiyê ji holê rakin û di navbera gelê Kurd û Tirk de şerekî giran derxin. Bi vî awayî polîtîkayên xwe yên emperyal li Rojhilata Navîn rihetir bimeşînin. Rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi paradîgmaya Ekolojîk Demokratîk û Azadiya Jinan, Konfederalîzma Demokratîk bersiv da komployê û ev komplo vala derxist. Abdullah Ocalan di van 27 salên di Girtîgeha Îmraliyê de gelek caran proje û nexşerêyên çareseriyê pêşkêşî dewleta Tirk kir û her tim aştî û demokrasî esas girt. Herî dawî di 27ê Sibata 2025an de banga Aiştî û Civaka Demokratîk kir û li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke nû da destpêkirin. Komploya navdewletî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat di sala 27emîn de ye.

Siyasetmedarê Kurd Ridvan Yûsûfoglû ê ku piştî 32 salan girtîgehê derket, derbarê komploya navdewletî de ji Ajansa Welat re axivî.

‘15ê Sibatê ji bo Kurda roja reş e’

Ridvan Yûsûfoglû diyar kir ku di dîroka gelek gelan de wekî ‘roja reş’ rojên şînê, rojên felaketê, rojên xirab hene û li dijî van rojan gelan li ber xwe dane û got: “Ji bo gelê Kurd jî roja herî reş, yek jê roja 15ê Sibatê ye. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî înkar û îmhayê, Kurd anîn asteke herî azad, herî xwedî vîn. Ji bo vê çendê hêzên hegemon Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd hedef girt û ev komplo pêk anîn. Di vê çarçoveyê de wextê mirov binirxîne, ji bo gelê Kurd vê rojê wekî rojeke reş mirov dikare pênase bike.”

‘Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd hestên giran bi me re avakir’

Ridvan Yûsûfoglû anî ziman ku di dema komplo pêk hat ew di zindanê de bû, atmosfereke pir giran li zindanan hebû û wiha got: “Dema ku me bihîst Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin, bi rastî jî ewilî me bawer nekir. Ez wisa bêjim, bandorek mezin li me kir û hesteke pir giran bi me re çêbû. Me pêşeroja xwe, her tiştê xwe di şexsê Rêberê gelê Kurd de didît. Me nikaribû ev rewş qebûl bikara. Hevalên digiriyan hebûn, hevalên ku dixwestin tiştekî bikin digotin ’em xwe bişewitînin, em hemû bi hev re xwe bişewitînin’. Hin hevalan digotin ’em biçin gardiyanan bigirin û wan jî bi xwe re hemû zindanê bişewitînin’. Wisa hestên cur be cur derketin pêş. Piştre her roj hevalekî/ê li zindanekî xwe dişewitand. Ji bo pêşiya vê bê girtin jî me nobet digirt, me bi hev re nobet digirt ji bo ku ti kes vê çalakiyê pêk neyne.”

‘Hêzên hegemon dixwestin Rojhilata Navîn dizayn bikin’

Ridvan Yûsûfoglû bal kişand ser planên hêzên hegemon û da zanîn ku van hêzan Rêberê Gelê Kurd di pêşiya plan û projeyên xwe de asteng didîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku wê demê tê bîra min, heyetek ji Amerîkayê hatibû cem birêz Ocalan raportajek pê re kiribû. Piştî ev heyet vegeriyabû Amerîkayê raporek nivîsandibû. Di wê raporê de gotibûn; ‘lazim e pêşiya Ocalan bê girtin. Heger pêşiya wî neyê girtin, ew ê wekî Selahedîn Eyûbiyê duyemîn derkeve, heta ji wî xeternaktir be. Ew kesayetekî sosyalîst e, tevgereke sosyalîst dimeşîne’. Ji ber ku li Rojhilata Navîn wê demê jî dixwestin hinek tiştan ji nû ve dîzayn bikin. Tiştên ku îro diqewimin jî berdewamiya wan rojan e, mirov divê wisa pênase bike.”

‘Kî pêşiya we girtiye’

Ridvan Yûsûfoglû nerazîbûn nîşanî reşkirin û berevajîkirina paradîgmaya Abdullah Ocalan jî da û wiha got: “Hinek kes dibêjin ‘Dewletên hegemon dewlet dan Kurdan lê Tevgera Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd ev qebûl nekirin’. Tiştekî wisa tuneye. Ev kes dijminatiya Rêberê Gelê Kurd dikin, karê van ew e. Kî pêşiya we girtiye ji bo têkoşînê, werin kerem bikin têkoşînê bikin, herin Rojava têkoşînê bikin, herin şer bikin. dewletê ava bikin. Kî pêşiya we girtiye.”

‘Tekoşîn wê bibe sedema serketineke mezin’

Ridvan Yûsûfoglû anî ziman ku ew kesên ku dixwazin di nav Kurdan de hestên netewperveriyê bi awayekî şaş pêş bixin li dijî paradîgma xwişkûbiratiya gelan tevdigerin û ev yek anî ziman: “Ji bo yekîtiya gelê Kurd kî polîtîka pêş bixe li ser seran û ser çavan. Dîrok dê dîsa gelê Kurd mafdar derxe. Gelê Kurd wê li ser şopa Rêberê xwe biçe û ev têkoşîn wê bi ser bikeve. Komplo bi berxwedana gelê Kurd hate pûçkirin û berxwedanê kir ku pêvajoya çareserî û muzakereyê bi xwe re anî. Dora azadiyê ye. Em hêvî dikin wê ev pêvajo bi serkeftî encam bibe. Em jî bawer dikin gelê Kurd û bi taybetî ciwan, dê vê piştgiriya xwe heta dawiyê bidomînin û ev tekoşîn wê bibe sedema serketineke mezin.”

 

Etîket: komploya 15ê SibatêRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSiyasetmedar Ridvan Yusufoglu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin

Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin

15 GULAN 2026
Mazlûm Dînç: Ji ber dijberên pêvajoyê pir in divê bi lez bê meşandin

Mazlûm Dînç: Ji ber dijberên pêvajoyê pir in divê bi lez bê meşandin

10 GULAN 2026
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê dê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin

7 GULAN 2026
Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

6 GULAN 2026
Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

5 GULAN 2026
Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

5 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (399)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne