Di nûçeyek analîzî ya Reutersê de li ser pêkanîna entegrasyona di navbera Hikumeta Demkî ya Sûriyê û HSDê de balê dikişîne ser nediyariyan. Di analîzê de tê bi bîr xistin ku HSD dixwaze destkeftiyan biparêze û Şam jî dixwaze kontrola navendî zêde bike, ev yek jî destûr dide ku bi gavek şaş rewş cardin vegere şer.
Ajansa Reutersê li ser pêkanîna pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokraîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyê bi navê, “Peymana agirbestê ya bi piştgiriya DYAyê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê di bin xetera gavanên şaş de ye” nûçe analîzek weşand. Reuters balê dikişîne ser nermbûna û xetereyên peymana agirbestê ya ku bi piştgiriya DYAyê li Bakur Rojhilatê Sûriyê û tê gotin ku her çend peyman li ser kaxezê di meriyetê de ye jî di pratîkê de hîn jî xetereyên girîng hene.
‘Di aliyê parvekirina hêzê de nezelalî heye’
Di agirbestê de ev şîrove tê kirin: “Agirbest bi navbera hêzên Kurd ên herêmê û hikûmeta Sûriyê de, bi navbeynkariya DYAyê, ji bo astengkirina zêdebûna pevçûnan hate pêk anîn. Lê nebûna baweriyê ya di navbera her du aliyan de, rewşa nû ya pozîsyonên leşkerî, kontrola çekên giran û rêveberiya deverên stratejîk, pêşeroja peymanê şêlû dike. Bi taybetî, li ser xetên sînor, zeviyên petrolê û navendên girîng ên veguhastinê hîn jî ne diyar e ka kî dê çiqas kontrolê bike.
‘Kurd dixwazin destkeftiyan biparêzin Şam dixwaze kontrolê zêde bike’
Di gotarê de tê destnîşankirin ku rêveberiya Kurd dixwaze destkeftiyên xwe biparêze, lê hikûmeta Şamê armanca xwe ya vegerandina kontrola navendî li ser hemû Sûriyê didomîne. Di gotarê de ev cudahiya stratejîk, wek xala herî lawaz a peymanê tê nirxandin û wiha hatiye nivîsandin: “Kurd dixwazin maf û rêveberiya xwe ya herêmî biparêzin, lê Şam dixwaze di demek dirêj de hemû hêzên çekdar bi navenda artêşa neteweyî re girê bide.”
‘Binpêkirinek biçûk jî dikare vegera pevçûnan’
Rola DYAyê jî di gotarê de wekî mijarek girîng tê destnîşankirin û wiha tê gotin: “Washington dixwaze ewlehiya herêmê biparêze û vegerandina DAIŞê asteng bike. Lê hebûna sînordar a leşkerî û dîplomatîk a DYAyê di herêmê de, di derbarê domdariya peymanê de pirsgirêkê çêdike. Her binpêkirinek piçûk jî dikare bi zincîrî bibe sedema vegera pevçûnan.
Gotar balê dikişîne ser van xeteriyan: “Her wiha, hebûna komên çekdar ên cûda, milîsên herêmî û bandora aktorên derveyî jî agirbestê nerm dike. Gavekî şaş, tevgeriyek ku bi şaş tê fêmkirin an provokasyonek bêkontrol dikare bi lez tevliheviyê zêde bike. Ji ber vê yekê, vekirî maneya kanalan dîplomatîk û koordînasyona leşkerî ya baldar pir girîng tê hesibandin.”
Di dawiya gotarê de hatiye gotin ku agirbestê niha şerê berfireh rawestandiye lê ji ber hevsengiya hêzên tevlihev û cudahiya armancên siyasî destûr dide ku ‘gavek biçûk a şaş bê avêtin’ vegere aloziyên mezin. Gotar diyar dike ku domdariya ewlehiya mayînde bi kapasîteya aliyan a peydabûna rêkeftinek siyasî ve girêdayî ye.













