Şandeyeke ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û ji nûnertiya PYDê ya Başûrê Kurdistanê pêk tê, bi boneya spasiya alîkariyên ji bo Rojava çû navçeya Kelara Germiyanê.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava û Nûnertiya PYDê ya Başûrê Kurdistanê bi boneya spasiya kes û aliyên ku qampanya alîkariyê ji bo Rojava dabûn despêkirin bike, serdana Navenda Çalakiyên Ciwanan a Navçeya Kelara Germiyanê kirin. Şande bi berpirsyarên Navenda Ciwan û kesên di qampanyayê de cih girtine hate cem hev. Şandeyê spasiyên xwe pêşkêş kirin û daxuyandin ku xebatek gelek nixbûha hatiye meşandin. Berpirsên Navenda ciwanan jî anîn ziman ku wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih anîne û dê pişgiriya Rojava berdewam bikin.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava û nûnertiya PYDê ya li Başûr bi heman armancê dê sibê serdana bajaroka Kifrî û bajaroka Rizgarî yên îdareya Germiyanê jî bikin.













