• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Kampa Sûrdaş dîsa hate bombebarankirin

    Di erdeheja Balikesîrê de li hinek taxan avahî hilweşiyan

    Meletî bi pileya 4.4 hejiya

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Kampa Sûrdaş dîsa hate bombebarankirin

    Di erdeheja Balikesîrê de li hinek taxan avahî hilweşiyan

    Meletî bi pileya 4.4 hejiya

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu TÊ NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2026 - 11:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi deh hezaran kes li bajarê Qamişloyê li dijî Komploya Navnetewî ya 15ê Sibatê meşiyan û bi yek dengî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Di çalakiyên li 7 bajaran pêk hatîn de biryara mezinkirina têkoşînê hate kirin. 

Li seranserê Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes di salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de bi diruşmeya, “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya sayasî” daketin qadan û daxwaza azadiyê kirin. Li Qomişlo, Hesekê, Kobanî, Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê û Dirbêsiyê bi hezaran kes di salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya (15 Sibat 1999) li dijî Rêber Abdullah bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” daketin qadan. Di çalakiyan de pankartên bi nivîsên “Êrişa 6’ê Çileyê ya li ser Rojava komplogeriya duyemîn a 15’ê Sibatê ye” hatin vekirin. Kurd, Ereb û Suryan ku dikanên xwe venekirin, beşdarî çalakiyên şermezarkirina komployê bûn. Bajarên gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê daketî qadan wiha ne;

Qamişlo

Bi deh hezaran welatiyên bajarê Qamişlo ji 7 salî heta 70 saliyan ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15êê Sibatê daketin qadan. Kolanên Qamişloyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilîn. Gel li Çerxerêya Osman Sebrî kom bû û heta Çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajarê meşiyan. Di meşê de parkarta “Êrişa 6ê Çileyê ya li ser Rojava, Plangeriya Duyemîn a 15ê Sibatê ye” hat hildan. Gel bi yek dengî û nîşaneyên serkeftinê dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin. Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mitîngê. Mitîngê bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyan dest pê kir. Li ser navê Înîsyatîfa Gel Hevseroka TEV-DEMê Remziya Mihemed axivî.

‘Em pêvajoyê veguherînin azadiya Rêber Apo’

Remziya Mihemed gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li ser pêyan silav kir û got: “27 sal derbas bûn, careke din komploya navneteweyî li ser gelê Kurd dubare dibe. Dîrokê xwe dubare kir. Lê divê em vê dîrokê biguherin. Em bikin dîroka azadiya Rêber Apo. Komploya ku armanca wê qutkirina gel û Rêber Apo bû, 27 sal derbas bû, lê rojane gelê Kurd, dostên gelê Kurd ji bo Rêber Apo li ser pêyan in. Girêdana di navbera gel û Rêber Apo de xurttir bû. Di Rojava de gelê Kurd û gelên din dikarîn xwe birêve bibin. Karîbûn xwe biparêzin, lê tehemûla netewdewlet ku destê wan di Komploya 15ê Sibatê de hebû, dîsa komployek li ser gelê Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan meşandin. Çawa Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê bi fikrê Rêber Apo vala derket, çawa ciwanên Kurd li hemberî terora DAIŞê axa parastin, çawa îro gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêyan in, em ê vê berxwedanê bidomînin. Em ê xeta azadiya gelan û aştiyê ya Rêber Apo daye pêşiya me biparêzin. Bijî yekîtiya gelê Kurd.”

Mitîng bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.

Hesekê

Li Hesekê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya 15ê Sibatê daketin qadan. Şêniyên Hesekê li çerxerêya Itfaiyê ya li Taxa Til Hecer kom bûn bi pankarta li ser, “Êrişa 6ê Çileyê ya li ser Rojava xiyaneta duyemîn a 15ê Sibatê ye” nivîsî dest bi meşê kir. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembol û alên Kurdî hatin bilindkirin. Beşdaran diruşmeyên, “Gel azadiya Ocalan dixwaze”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana li Îmraliyê” qêrîn. Meşê heta ber bi stadyuma Bendava Tişrînê dewam bir. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif axivî û komploya navneteweyî û hêzên têkildar şermezar kirin.

‘Civakek azad naxwazin’

Hediya wiha axivî: “Em silav û hezkirina xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Ev komploya navneteweyî li dijî felsefeya azadî, edalet û demokrasiyê û îradeya gel bû. Aliyên ku beşdarî vê komployê bûne, biratiya di navbera gelan de an jî avakirina civakek azad û demokratîk naxwazin, ji ber vê yekê ew îro jî êrişên xwe yên li ser herêmê didomînin. Felsefeya Rêberê me hiştiye ku em jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk bijîn û bûye felsefeyek gerdûnî ku yekîtiya gelan û edaletê xurt dike. Rêber îro li Îmraliyê ji bo gelê xwe têdikoşe, û ew der kiriye akademiyek ji bo ramana demokratîk a azad.” Hediya Yûsiv di dawiyê de got ku pêşengiya jinan a vê şoreşê serkeftinek mezin e, û parastina destkeftiyên wê armancek bingehîn e.

Meş bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û daxwaza azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

 

Dêrik

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê ji bo şermezarkirina Komploya 15ê Sibatê ji Qada Azadî ber bi Kolana Kornîş ve meşiyan. Di meşê bênavber diruşmeyên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwdana Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Meş li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer sekinî û deqeyek rêz hate girtin. Li vir Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan têkbirina doza Kurdî û îradeya gelê Kurd bû. Aldar Xelîl destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê li cîhanê û Rojhilata Navîn deng veda û got ku ramanên Ocalan ji pirsgirêkên asêmayî re çareserî ne. Aldar Xelîl di dewama axaftina xwe de êrişên 6ê Çileyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê wekî komploya duyemîn li dijî gelê Kurd bi nav kir û wiha got “Mudaxleya Rêber Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê û sekna bi mîlyonan gelê Kurd a li hemberî êrişên li ser Rojava hevsengiyên hêzên navneteweyî dan guhertin û hişt ku tifaqên li dijî hebûna gelê Kurd ji holê rabin.”

Mitîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

Girkê Legê

Bi hezaran şêniyên bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê ji qada Şehîd Xebat heya sûka navendî meşiyan. Meş li sûka navendî veguherî mitîngê. Bi navê Însiyatîfa Gel Jiyan Hisên axivî û diyar kir ku komplo dê bandorê gelê Kurd neke. Jiyan Hisên destnîşan kir ku berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne. Jiyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Jiyan Hisên her wiha anî ziman ku dê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya tevahî civakê ye, em ê heya pêkanîna vê armancê têkoşînê mezin bikin.”

Mitîng bi berzkirina diruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Amûdê

Li bajarê Amûdê, şênî li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê kom bûn. Di çalakiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso diyar kir ku komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya siyaseta şikandina îradeya gelê kurd de pêk hatin. Hiso diyar kir ku îradeya gel bi tecrîdê nayê têkbirin û bi şert û mercên dijwar nayê vemirandin. Her wiha destnîşan kir ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê hatiye ferzkirin nikariye ramanên ku ji hêla rêber ve hatiye pejirandin bi dawî bike, lê belê veguheriye qadeke ji bo raman û çêkirina projeyek li ser bingeha Neteweyeya Demokratîk. Hiso da zanîn ku gelê Kurd ligel gelên herêmê dikarin modelek jiyana hevbeş li ser bingeha edalet, wekhevî û rêzgirtina ji bo cihêrengiyê ava bikin. Hiso destnîşan kir ku ev fikir li Rojava bi rêya rêxistinkirina civakê û xurtkirina rola jin û ciwanan di biryardanê de pêk hatiye û projeya demokratîk ji ramanek teorîk kiriye ezmûnek pratîkî.

Çalakî bi diruşmeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Til Temir

Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibat li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê kom bûn. Şêniyan ku wêneyên Abdullah Ocalan bilind kirin di kolanên sereke yên bajêr re meşiyan û dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan berz kirin. Dema ku gihîştin rêya sereke ya M4, meş veguherî mitîngê. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û wiha axivî: “Em îro ji bo şermezarkirina komploya li dijî rêberê projeya azadiyê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û azadiya wan, kom bûn.” Koçer komplo wekî hewldanek ji bo şikandina têkoşîna gel û îradeya wan a azad nirxand û wiha dewam kir, “Em ê li hember hemû cureyên tecrîd û polîtîkayên ku dixwazin dengê gel bêdeng bikin, tê bikoşin. Em ê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan û ji bo azadiya hemû gelên herêmê bidomînin.” Hevseroka Meclisa PYDê ya bajarê Zirganê Semah Hemadî jî got, “Em îro li vir kom bûne da ku dengê xwe li hember komploya li dijî Abdullah Ocalan û li dijî hemû polîtîkayên ku heta roja îro jî hewl didin îradeya gel û destkeftiyên wan têk bibin, bilind bikin.”

Mitîng bi berzkirina diruşmeyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Çilaxa

Li bajarê Çilaxayê jî bi beşdariya bi sedan kesî mitîngek li qada Şehîd Mahsûm hat lidarxistin. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Însiyatîfa Gel Kenan Berekat axivî û got ku hêzên navneteweyî bi armanca ku gelan di serî de gelê Kurd di bin nîrê koletî û qirkirin, asîmîlasyonê de bihêlin û bê îrade bikin, komplo li dijî Abdullah Ocalan pêk anîn. Kenan Berekat destnîşan kir ku gelê Kurd bi xwedîdertina li Rêber Abdullah Ocalan û şopandina fikr û felsefeya wî komplo têk bir. Berekat diyar kir ku êrişên çileyê yên li ser Rojava berdewama komployê ye û anî ziman ku armanc têkbirina gelan û projeya neteweya demokratîk bû. Her wiha îşaret pê kir ku yekitiya gelên herêmê komplo pûç kir. Kenan Berekat di dawiya axaftina xwe de got, dê heya mîsogerkirina mafên gelê Kurd di destûrê de û azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Tirbespiyê

Li bajarê Tirbespiyê jî bi sedan Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê Komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Girseya ku bênavber diruşmeyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd berz kirin, ji pêşiya avahiya Meclisa Bajar heya pêşiya avahiya Navenda Perwerdeyê meşiya. Li ber avahiya Navenda Perwerdeyê deqeyek rêz hat girtin, piştre hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYDê Telet Yûsif axivî. Yûnis anî ziman ku armanca komployê şikandina îradeya gelê Kurd û sepandina mêtîngeriyê li Rojhilata Navîn bû. Telet Yûnis bal kişand ku êrişên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê berdewama komploya li dijî Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan tevî tecrîdê, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk li hemberî van siyasetan sekinî. Hîna jî ji bo yekrêziya Kurdî û lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî dixebite.”

Mitîng bi berzkirina diruşeyan bi dawî bû.

Dirbêsiyê

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Dirbêsiyê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Şêniyan bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ji qada Şehîdan br bi rêya Amûdê ve meşiyan. Meş li ser rêya Amûdê sekinî. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat giritn. Piştre endama Însiyatîfa Gel a Cizîrê Gulîstan Gulo axivî. Gulîstan Gulo komploya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komplo di şexsê Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz bû, lê gelan komplo vala derxist. Gulîstan Gulo di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em derbasî pêvajoyek nû bûne. Rêber Apo vê pêvajoyê wekî komploya duyemîn bi nav dike. Di vê pêvajoyê de projeya neteweya demokratîk tê hedefkirin da ku şerekî navxweyî di navbra pêkhateyan de çêbikin û destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibin.” Gulîstanê anî ziman ku xetereya li ser herêmê hîna heye û wiha pê de çû: “Çawa yekitiya neteweyî li ser asta Kurdistanê û cîhanê pêk hat, divê civakê bi hevgirtinê li hemberî komploya duyemîn jî bisekine. Divê her kes ji bo şikandina komploya navneteweyî û parastina destkeftiyên şoreşê asta têkoşînê bilind bike.”

Çalakî bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.

Kobanî

Bi minasebeta salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê li Kobaniyê jî meş û mitîng hate li darxistin. Meşê bi diruşmeya, “Êrişên li ser Rojava berdewamiya Komploya 15ê Sibatê ye” ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de pankartên, “Kes nikare roja me tarî bike”, “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin vekirin û bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî Serok Apo”,”Berxwedan jiyan e”, “Na ji dagirkeriyê re”, “Bimre xiyanet”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Piştî meşa li dawiya Rêya 48an bi dawî bû, deqeyek rêz hate girtin. Rêveberên Meclisa Giştî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen axivî. Cahîd Hesen komplo şermezar kir û wiha got: “27 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk hat re derbas bûn. Êdî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bûye xwedî îrade û li gel derdorên azadîxwaz û demokrat komployan vala derdixînin. Êdî gelekî pêşeng û çalake, ne mumkine doza gelê Kurd were înkarkirin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Almaz Romî jî, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komploya navnetewî vala derxistiye. Almaz Romî da zanîn ku îro komployên nû tê meşandin û wiha dom kir: “Bi taybet li dijî jinan komplo tên meşandin. Tê xwestin ku projeya jina azad a ku Rêber Apo pêş xistiye bê hilweşandin. Lê me wek jinan xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye. Wê tu kes bi hêza jinê nikaribe. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin.”

Bername piştî axaftinan, bi dirûşmeyên, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Berxwedan jiyane”, “Bijî berxwendana Îmralî”, “Jin jiyan azad” bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah OcalanKomploya Navneteweyî ya 15ê SibatêRojavaRojavayê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026
Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

27 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Ji rêxistinên jinan kampanyaya piştgiriya YPJê: Divê wekî hêzek fermî bê nasîn

Ji rêxistinên jinan kampanyaya piştgiriya YPJê: Divê wekî hêzek fermî bê nasîn

26 NÎSAN 2026
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranbêj Jan Axîn: Pîvana min a herî mezin ruhê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya konferansa yekîtiyê: Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê li gelek bajaran daxuyanî da: Divê qanûn werin çêkirin û gavên bi lez bên avêtin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sumeyye Boz: Li Kurdistanê talana xwezayê bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (967)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne