Nûçegihanê ajansa me Nedîm Oruç di 14ê Çileyê de dema nûçe dişopand bi lêdanê hat binçavkirin. Rojnameger Nedîm Oruç ev meheke di Girtîgeha Şirnexê de tê ragirtin.
Nûçegihanê ajansa me Nedîm Oruç di 14ê Çileyê li taxa Nûrê ya Cizîrê dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin û piştre bi tewanbariya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin. Rojnameger Nedîm Orûç ev meheke di Gîrtîgeha Şirnexê de tê ragirtin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî li ser Xê û Instagramê têkildarî binçavkirina Nedîm Oruç postan parve kir û diyar kir ku hevpîşeyê wan rojnameger Nedîm Oruç ê bi lêdanê hatibû binçavkirin ev 30 roj in girtî ye. DFGê xwest Nedîm Oruç demildest were berdan û destnîşan kir ku rojnamegerî ne sûc e.













