• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

Navenda Nûçeyan / AW

16 SIBAT 2026 - 17:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokeşîrên Şengalê li hemberî gefên dewleta Tirk ev peyam dan: ‘’Dixwazin civaka êzidî careke din bê parastin bihêlin. Çiyayê Şengalê xeta me ya sore.”

Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, liv û tevgera leşkerî ya li derdora Şengalê zêde bûye û behsa planên nû yên li dijî îradeya civaka êzidî têne kirin. Bi taybet pîlan û hewldanên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê di rojevê de ne.

Di derbarê van gef, metirsî û gefên li ser Şengalê û civaka Êzidî de, îro civîneke girîng hate lidarxistin. Serokeşîrên Şengalê, li navenda Şengalê li hev kombûn û bi daxuyaniyekê diyarkirin ku Çiyayê Şengalê ne tenê axeke erdnîgarî ye, ew ji bo Êzidiyan sembola olî, mirovî û dîrokî ya pîroz e û Çiyayê Şengalê ji bo wan xeta sor e.

‘Dixwazin civaka Êzidî bê parastin bihêlin’

Civîn bi beşdariya hemû serokeşîrên Şengalê, li navenda bajêr pêk hat. Di destpêka civînê de, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axaftinek kir û diyar kir ku bi guhertinên li Rojhilata Navîn re, li herêmê û Şengalê hin planên nû tên meşandin û got: “Dixwazin civaka me ya Êzidî bêparastin bihêlin. Li aliyekî dixwazin ciwanên Êzidî yên di nav Heşda Şebî de ji Şengalê bibin û li bajarên din ên Iraqê erkdar bikin, li aliyê din bi destê dewleta Tirk û hin kesên derdora Şengalê, dixwazin Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) ji hev belav bikin. Eger ev plan pêk werin, êdî civaka Êzidî bê hêzên parastinê dimîne. Ji ber wê jî pêwîste em hemû serokeşîr û kesayetên Şengalê bibin xwedî helwest û li dijî van êrîşan derkevin.”

Di civînê de gelek nirxandin hatin kirin û bi taybet girîngiya yekîtiya hêzên Êzidiyan hate destnîşankiirn. Piştî civîn bidawî bû, li ser navê tevahiya civaka Êzidî daxuyaniyek hate dan

Berfirehiya daxuyaniya ku li ser nave hemû eşîrên Çiyayê Şengalê hatî dayîn wiha ye:

“Herêma me îro di qonaxeke gelekî hestiyar û çarenûsî de derbas dibe. Geşedan û guhertinên heyî, metirsiyeke mezin li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdikin. Dema ku em û gelê xwe hemû hewildanên xwe didin da ku karesata sala 2014’an dubare nebe ku di encama êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê de tawanên qirkirin û koçberiya bi darê zorê pêk hatin, em bi fikareke mezin çavdêriya liv û tevgera hinek aliyên herêmî û kesayetên parlamenî yên ne Êzidî dikin. Ev aliyên ku xwe nêzî Heşda Şebî dibînin, hewl didin aramiyê têk bibin û bi ajandeyên derve herêmê ber bi aloziyan ve bibin.

‘Em gefên li ser Çiyayê Şengalê qebûl nakin’

Ev gefên bi armanca ferzkirina desthilatdariya nû ya di berjewendiya aliyên derve de yên li ser Çiyayê Şengalê bi darê zorê, gihîştine astekê ku em bi ti awayî qebûl nakin. Ji ber vê yekê, em van aliyan bi temamî berpirsiyarê qanûnî, exlaqî û eşîrtî dibînin li hember her alozî yan jî hewildaneke ku ewlehiya herêma me têk bibe. Her wiha, em wan berpirsiyarê her koçberiyeke nû dibînin ku dibe ku ji ber van polîtîkayên û hewildanên ferzkirina desthilatdariyê pêk bê.

‘Çiyayê Şengalê stargeha dawî ye ji bo êzidiyan’

Çiyayê Şengalê ne tenê axeke erdnîgarî ye, ew ji bo êzidiyan sembola olî, mirovî û dîrokî ya pîroze. Ew her dem penageha dawî bû ku Êzidiyan bi sedsalan xwe ji ferman û qirkirinan parastiye. Çiyayê Şengalê xeta me ya sore. Her destdirêjiyek an hewildanek ji bo guhertina rastiya çiyê bi darê zorê, wekî binpêkirina îradeya xelkê herêmê û êrîşeke li ser hebûn û nasnameya me tê dîtin. Ev yek dê bibe sedema têkçûna aştiya civakî û koçberkirina sivîlan.

Em careke din piştrast dikin ku em li ser xeta ewlehî, aramî û diyalogê ne. Em her cure leşkerîkirina nû yan jî şerên ku li ser axa me bên ferzkirin, red dikin. Em bang li saziyên fermî yên Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêmê û hemû hêzên neteweyî dikin ku berpirsiyariya xwe ya parastina Şengal û xelkê wê bînin cih û rê li ber her alozî û koçberiyeke nû bigirin.

Xwedê Şengal û xelkê wê biparêze, Çiyayê me her dem bibe sembola rûmet û berxwedanê.”

Etîket: ÊzdîxanŞengülSerokeşîrsorxeta
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK bi rûspiyên Kurd re civîya

KNK bi rûspiyên Kurd re civîya

13 KANÛN 2024
Pêşengên eşîrên Hesekê piştgirî dan koçberan

Pêşengên eşîrên Hesekê piştgirî dan koçberan

4 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (619)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne