Şaredariya Peyasê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan vekir. Hevşaredar Bêrîvan Sîncar got ku ew bîrgeha xwe berfireh dikin.
Şaredariya Peyasê ya Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan vekir. Pirtûkxane bi merasîmekê hat vekirin. Pirtûkxane li Parka 75 a li navçeya Peyasê hat avakirin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Adalet Kaya û nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên civakî, serokên dezgehan û endamên meclisê beşdar bûn.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de axivî û diyar kir ku pirtûkxane ji bo bajêr bîranîn e û got: “Em bîrgeha xwe berfireh û xurt dikin.”
Hevşaredar Serra Bucak jî bi silavkirina jinan dest bi axaftina xwe kir. Bucak spasiya hemû kesên ku ked dane pirtûkxaneya jinan kir û wiha got: “Bi bawerî û hesreta ku di Pirtûkxaneya Xebatên Jinan a ku hatiye vekirin de zanîna jinan, heqîqeta jinan û rastiya jinan wê hîn bêhtir were avakirin û mezinkirin, ez we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim.”
Piştî axaftinan qûrdele hat birîn û Pirtûkxaneya Xebatên Jinan hat vekirin û jin li nav pirtûkxaneyê geriyan.