Şax û nûnertiyên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Amed, Wan, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Colemêrg û Stenbol, Enqere, Bûrsa, Îzmîr, Mêrsînê û her wiha nûnertiyên bajarên; Semsûr, Mûş, Edene, Antalya di çarçoveya 21ê Sibatê de ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê bi awayekî hemwext daxuyanî dan çapemeniyê. OHDê li gelek bajaran piştî daxuyaniyan, ji Serokatiya Meclisê re ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê name şandin
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li gelek bajaran xebatên ji bo Kurdî bibe mafê perwerdehiyê gelek bajaran daxuyanî tên dayîn. OHD ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li gelek şax û nûnertiyan daxayaniyên hevpar dide û banga pêkanîn mafê ziman ê civakê dike.
AMED

Şaxa OHDa Amedê li ber avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nunerên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hate vekirin. Daxuyanî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî hate xwendin. Kurmanciya metna daxuyaniyê Gulbahar Ateş kirmancki ya wê jî Mehmet Emîn Gokdemîr xwend.
ÊLIH

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li pêşiya Edliyeya Êlihê daxuyanî da çapemeneyê. Di daxuyaniyê de endamên OHDê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û gelek parêzer û welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê OHDê Kenan Bîlben ve hate xwendin.
WAN

Şaxa OHDê ya Wanê di çerçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî de li pêşiya baroya Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzerên OHDyî, Baroya Wanê, Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) tev li daxuyanîyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ya Kurmancî parêzer Zinar Kef, ya Zazakî jî Leyla Kaplan Kertîşê xwend. Daxuyanî bi dirûşma “Zimanê me rûmeta me ye” û bi çepikan bi dawî bû.
COLEMERG

Şaxa OHDê ya Colemêrgê li avahiya xwe ya li Kargeha Zagrosê ya Geverê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nunerên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hate vekirin. Daxuyanî bi kurmancî ji aliyê Hevserokê Şaxa OHDê ya Colemêrgê Abdullah Aktaş ve hat xwendin.
STENBOL

Şaxa OHDa Stenbolê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Caglayanê daxuyanî da. Gelek hiqûqnas tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê Endamê Komîsyona Ziman û Çandê yê OHDê Alî Dîler û Tirkiya wê jî nûnera OHDê Berîvan Barîn xwend.
ENQERE
Şaxa OHDê ya Enqereyê bî boneya Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê Rêvebera Şaxa OHDê ya Enqereyê Fatma Surucu xwend. Fatma Surcu diyar kir ku wan bi daxwaza zimanê Kurdî di dibîstanan de bibe zimanê fermî ji bo meclis gav baveje kampanya daye destpêkirin û zêdetirî 200 parêzeran piştgirî danê kampanyaya wan.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê parêzeran ji bo şandina Serokê Meclîse nameyên hatinê amadekirin bi rêya PTTê şandin.
ÎZMÎR

Şaxa OHDa Îzmîrê li ber avahiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nunerên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hate vekirin. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Kurdiya metna daxuyaniyê Abdulmecît Yildirim Tirkî ya wê jî Mehmet Selahattîn Timûr xwend. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:
‘Divê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û bibe xwedî statûyekê’
“Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in. Zimanê Kurdî nirxekî bingehîn ê mirovahiyê û yek ji sedemên sereke yên hebûna Kurdan e. Ji ber vê yekê; tunehesibandin, qedexekirin, çewisandin, dorpêçkirin, bisînorkirin û hewildana ji bo ji holê rakirin û tunekirina zimanê Kurdî ya bi rê û rêbaz û amûrên cihêreng sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ne. Ji ber vê rastiyê divê zimanê Kurdî di serî de ji aliyê dewleta Tirki ve û ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî û navneteweyî ve bi fermî bê naskirin. Bikaranîna wî di hemû qadên civakî û jiyanî de azad û serbest be.
Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ya rojane ye. Di heman demê de nirxekî jiyanî ye ku cîhana hestiyar, hilberîna ramanî û bîra civakî ya gelekî hildigire. Naskirin û parastina ziman di qada giştî de pêdiviya piralîbûna çandî, pergala civaka demokratîk û mafên mirovan e.
‘Zimanê Kurdî jî divê xwedî maf û statû be’
Wekî tê zanîn di sala 1999an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimaniye roja 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye qebûlkirin û mafê zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye mîsogerkirin. Rêgeza ku hemû zimanên cîhanê li pêşberî hiqûqê xwedî mafên wekhev in divê ji bo zimanê kurdî jî pêk bê. Li ser vî esasî di pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê pêş dikeve de li ser encama daxwazên li jêr hatine nivîsandin, mecbûriyeta dabînkirin û parastina hiqûqî ya van daxwazên ku Komeleya OHDê di dîroka 15.08.2025an de daye destpêkirin. Û ji bo îmzeya hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê vekirî ye, ji aliyê zêdetirî 2000 hiqûqnasan ve hatiye îmzekirin û anîn ziman.
Di vê çarçoveyê de:
1- Divê zimanê kurdî bi fermî were naskirin û bibe xwedî statûyekê.
2- Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê bibe zimanê perwerdehiyê.
3- Hemû astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li pêşiya bikaranîna zimanê kurdî divê werin rakirin ji bo ku kurdî azad û serbest be, gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst divê bêyî derengketin ji aliyê TBMMê ve werin avêtin.
Em wekî hiqûqnasên ku îmzeya me li binê vê nivîsê heye bang li Meclisê dikin ku daxwazên li jor hatine kirin li ber çavan bigire û ji bo ku Kurdî bibe xwedî Statûya Fermî û bibe Zimanê Perwerdehiyê. Divê demildest xebat û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst jî bike.”













