Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku partiya wan pêvajoya derxistine zagonan wekî du beş dibîne û wiha got: “Beşek zagonan pêwist nîne li benda teyîtkirina çek danînê bê hiştin. Mijarên wekî bicihanîna biryarên DMMEyê, mijara qeyûm, azadiya îfadeyê de dikare zûtir bên çêkirin. Mijarên derbarê çek danînê jî dikare wekî beşek din dikare bê nirxandin.” Di warê mafê hêviyê û tevlibûna siyasetê ya Kurdan de jî Yildiz hincetên cuda rêz kirin.
Cîgirê Serokê Gişî yê MHPê Fetî Yildiz derbarê çêkirina qanûnên di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pirsên rojnameger Îsmaîl Saymaz bersivand. Yildiz di daxuyaniyên xwe de got ku hin guhertinên qanûnî dikarin bêşertên din zû bêne meşandin. Yildiz bi bîr xist ku hevahengkirina qanûnên Tirkiyeyê bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re, rêziknameya têkildarî tayînkirina qeyûman li şaredariyan û her wiha guhertinên li ser azadiya ragihandinê dikarin di demeke kurt de bên kirin.
‘Biryarên DMMEyê divê bên bicihanîn’
Li gorî Yildiz, ev gav dê standardên dewleta yasayî xurt bikin û pirsgirêkên ku ji sepandina dadgehî çêdibin bi rêya qanûnî çareser bikin. Yildiz angaşt kir ku MHP dixwaze pêvajoya demokratîk bi awayekî rêk û pêk û li gorî esasên qanûnê bê meşandin. Yildiz got ku di warê azadiya xwe îfadekirinê û biryarên DMMEyê de dikare gavên lezgîn bên avêtin û ev mijar ne hewceyî şertên ewlehiyê yên taybet in.
‘Ji bo qanûnên înfazê çespandina saziyên dewletê lazim e’
Yildiz got ku mijara guhertinên li ser qanûna infazê divê ji van mijaran cuda bê nirxandin. Yildiz angaşt kir ku ev yek bi tawanên giran û ewlehiya civakê re têkildar e. Li gorî wî, her guhertineke li ser kêmkirina cezayan an şertên berdanê divê li gorî şertên erdnîgarî û nirxandinên sazîyên dewletê bê girtin. Yıldız di gotinên xwe de zêde kir ku pêşketinên têkildarî rewşa ewlehiyê dê di vê mijarê de diyarker bin. Yildiz anî ziman ku bêyî teyîd û raporên sazîyên têkildar, ne rast e ku di warê infazê de gavên lezgîn bên avêtin.
Derbarê mafê hêviyê de gotinên bi nakok
Yildiz li ser pêkanîna mafê hêviyê û azadbûna fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd jî hincetên cuda danîn holê. Li gorî Yildiz ji bo çêkirina qanûnên derbarê înfazê de pêwistî bi teyîtkirina çekdanîna PKKê heye. Her wiha li ser gotina mafê hêviyê jî Yildiz nirxandinên bi nakokî kirin û azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qanûna tehliyekirina bi şert ve girêda.
Yildiz destnîşan kir ku li gorî MHPê di navbera gavên têkildarî demokratîk û guhertinên li ser sîstema infazê de cudahiyek heye, hin mijar dikarin zû bên çareserkirin, lê hinek din jî hewceyî şert û nirxandinên zêdetir in.













