Egîtîm Sen, Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li dar dixe. Sempozyumê dest pê kir.
Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li dar dixe. Sempozyûma ku li eywana konferansê ya Yekîtiya Baroyên Tirkieyê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê tê lidarxistin, dest pê kir. Ji Lubnan, Kafkasya, Efrîkaya Başûr, Îrlanda, Îskoçya, Îspanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava (zoom) gelek kesayet û zimanzan tev li sempozyûmê bûn. Her wiha parlamenter û rayedarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl, gelek zimanzan û akademîsyen, rêveberên şaxên Egîtîm Senê yên Bakurê Kurdistanê û gelek şaxên din beşdarî sempozyûmê bûn.

Sempozyûm ji bo kesên di têkoşîna azadiya zimanê dayikê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş axivî û qala mabesta sempozyûmê kir.
Polîtîkayên li ser ziman dê bên gotûbêjkirin
Wê di sempozyûmê de Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak, Serokê Giştî ya Perwerdehiya Enternasyonal Mugwena Maluleke û Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak dê biaxivin. Sempozyom dê bi rûniştinan pêk were. Di rûniştina yekem de axêver dê li ser rewşa polîtîkayên ziman li Tirkiye û cîhanê bisekinin. Di rûniştina duyemîn de de jî li ser Modelên Pir Zimanî yên Dinyayê axaftin bên kirin. Rûniştina sêyemîn jî dê li ser mijara nîqaşa Modela Pirzimanî ji bo Tirkiyeyê gotûbêj bên kirin.
Sempozyûm dê piştî rûniştinan bi encamanameyekê bi dawî bibe.













