Komeleya Mezopotamyayê ligel dorpêça li ser Kobanê jî 17 barhilgirên alîkariyê yên ji hêla Chanel 8ê ve hatine amadekirin gihandin bajarê Kobanê.
Ligel Peymana 29ê Çile jî dorpêça li ser Kobaniyê berdewam dike. Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Tirkiye peymanê bin pê dikin û derbasbûna alîkariyan a Kobaniyê asteng dikin. Ligel astengiyan gelê Kurd hewil dide alîkariyan bigihîne Kobaniyê. Rêvebera Komeleya Mezopotamya Cemîla Hemê got ku piştî hewldanên mezên ev alîkarî derbasî Kobanê bûne. Her wiha agahî da ku ev alîkarî ji aliyê Chanel 8ê ya Başûrê Kurdistanê ve hatiye rêkirin.
Alîkarî ji 17 barhilgirên ku tê de 450 ton madeyên xwarin, tenduristî û nivînê hene. Barhilgir îro di saetên sibehê de gihîştin Kobanê. Dorpêça li ser Kobanê ji 20ê Çile heta niha didome.













