Amed – Berpirsê Peywendiyê ya Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê Arî Zewîtey destnîşan kir ku divê ji bo hemû gelan aştî û azadiyeke mayînde pêk were. Akademîsyen Sabrîn Huseyîn Elî jî diyar kir ku aştî ji bo hemû mirovahiyê hêviyeke girîng e.”
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin di 12ê Gulanê de li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Di forûmê de çalakiyên cur bi cur ên weke atolye, panel, gotûbêj tên lidarxistin şano tê lîstin û fîlm tên nîşandan. Ji tevahiya Kurdistanê, ji bajarên Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê beşdar û axiver di van panel û atolyeyan de cihê xwe digirin.
Duh li Şaxa ÎHDê ya Amedê bi pêşengtiya Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê bi sernavê “Ji bo jiyaneke hevpar a bêyî dûrxistinê: Li herêma Kurdistanê edalet, veger û lihevhatina civakî” atolyeyek hat li dar xistin. Ji başûrê Kurdistanê û gelek deverên din gelek akademisyen û kes tev li atolyeyê bûn. Berpirsê Peywendiyê ya Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê Arî Zewîtey û Akademîsyena Zanîngeha Dihokê Sabrîn Huseyîn Elî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
Pirsgirêkên koçberan
Arî Zewîtey da zanîn ku ew weke Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê beşdarê forûma “Aştî û Azadiya Civakî” bûne û ev panela ku hat lidarxistin li ser pirsgirêkên koçberên li Kurdistanê disekine, nîqaş dike. Arî Zewîtey bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û got: “Xeteriya binpêkirina mafên mirovan xeteriyeke pir mezin e. Ev yek li hemû cihanê heye. Ev xeterî her tim hebû û hêj jî li ser jiyana mirovan berdewam dike. Di vê panelê de jî li ser vê yekê hat sekinandin û nîqaş hatin kirin. Bi taybetî jî li ser mijara em ê çawa alikariya penaberan bikin û ji bo penaberî çênebe divê xebatên çawa bên kirin hat sekinandin. Em weke Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê vê mijarê pir girîng dibînin.”
‘Aştî ji bo mirovahiyê girîng e’
Arî Zewîtey destnîşan kir ku aştî ji bo mirovahî û hemû cihanê mijareke sereke ye û aştî ji bo mirovahiyê hêvî ye û wiha domand: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin jî pêngaveke pir girîng e. Herêma Kurdistanê jî bi giştî pişgiriyê dide vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Ev yek jî pir baş dibe ku ji bo aştiyeke mayînde bi biryarî bê tevgerandin.” Arî Zewîtey ji bo aştî û azadiyê bang kir û diyar kir ku divê ji bo hemû gelan aştî û azadiyeke mayînde pêk were.
‘Şer bandoreke mezin dike’
Akademîsyen Sabrîn Huseyîn Elî jî bi lêv kir ku şer bandoreke mezin li ser mirovahiyê dike û wiha axivî: “Şer di jiyana mirovahiyê de ji aliyê xeteriyê ve şêwazeke mezin e. Wexta di şerê DAIŞê de hejmara koçberan jî zêde bû. Lê di vê pêvajoyê de ji ber xebatên ku hatin kirin de gelek koçber jî vegeriyan warê xwe. Lê divê hin jî xebat bên kirin.”

‘Aştî hêviyeke girîng e’
Sabrîn Huseyîn Elî diyar kir ku cihê şer lê hebe aştî ji bo hemû mirovahiyê hêviyeke girîng e û hêviya mirovahiyê bi aştiyê heye û wiha got: “Aştî ji bo hemû deman û her tim jî girîng e. Di Rojhilata Navîn de Kurdistan cihê şer e û bi taybetî jî ji bo Kurdistanê jî aştî bêtir hewce ye. Divê ji bo hemû gelan aştiyeke mayînde pêk were. Ji bo maf xwestina gelan jî divê rêzgirtin hebe û ev daxwaz were bicihanîn.”













