Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişa depoya genim ên li başûrê Kobanê kir. Di êrîşa balafirên şer de 300 ton genimê depokirî şewitî.
Balafireke bêmirov û bi çek (Balafirên şer) ên Tirkiyeyê li ser rêya bajarê Sirînê depoya genim a girêdayî kantona Firatê bombebaran kir. Li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êrişê de 300 ton genimê depokirî şewitî. Girêdayî mijarê, hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya kantona Firatê Gulistana Şêx di encama bombebaranê de mîqadreke mezin ji genimê depokirî şewitî, lê windahî can çênebûn. Tîmên agirkujiyê, agir vemirand û nehişt belav bibe.