• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê GULANA 2026an

    24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

    24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

    Amedspor derket Super Lîgê

    Kampa Dareşekran a li Hewlêrê hat bombebarankirin

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê GULANA 2026an

    24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

    24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

    Amedspor derket Super Lîgê

    Kampa Dareşekran a li Hewlêrê hat bombebarankirin

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di 3yemîn Festîvala Fîlman de xelat gihîştin xwediyên xwe

Amed / AW

15 KANÛN 2025 - 00:15
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amed bi merasîmeke xelatdayînê bi dawî bû. Endama Komîteya Amadekar a Fîlman Derhêner Lisa Çalan bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê û got: “Çîrokên me tevan dişibin hev. Hezar silav ji mîmarê pêvajoya aştiyê re.”

Bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û organîzekirina Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîr, 3yemîn Festîvala Fîlman a Amed ku di 7ê Kanûnê de, bi dirûşmeya “Dinya bi çîrokan tê ba hev û cîhan bi çîrokan re ye” dest pê kir û bi dawî bû. Di festîvalê de 84 fîlm û belgefîlm hatin nîşandan û gelek atolye hatin lidarxistin. Festîval bi xelatdayînê bi dawî bû. Merasîma xelatdayînê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed pêk hat. Hezkiriyên fîlman, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes li wir amade bûn. Di merasimê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.

Bernameya merasîma xelatdayînê bi pêşandana vîdyoyek ku festîvalê kurteber dike dest pê kir. Piştî vê yekê, Lisa Çalan, li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê axivî û diyar kir ku ew gihîştine dawiya festîvalê û got: “Me di her çîrokê de ne tenê xwe û beşên xwe dît. Me dît ku çîrokên me ji hev ne cuda ne. Ziman û awayên axaftina me dibe ku cuda bin, lê êşa me hyemûyan yek e. Em fîlman an ji ber qedexeyan an jî ji ber sansurê nikarin sînemayan bibînin. Festîval ew in ku dihêle ev fîlm bigihîjin raya giştî. Ji ber vê yekê em qîmetê didin festîvalan. Festîvala Amed di vî warî de girîng bû. Ev çîrok dê bi aştiyê geş bibin. Em ê bi vê festîvalê û bi vê pêvajoya aştiyê ya hatiye destpêkirin berdewam bikin. Hezar silav ji mîmarê vê pêvajoya aştiyê re. Bijî sînemaya azad û şoreşger, em spasiya saziyên ku piştgiriyê didin festîvalê dikin.”

‘Em tiştekî pir girîng winda dikin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amed Serra Bucak jî axivî û got: “Piştî 8 salan bajar bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Lê em hewl didin ku ava bikin. Sala bê em ê di Festîvala Fîlman a Amed de hezkiriyên xwe sînemaya Amedê dê li salonên cüda bin. Di sînemayan de li gelek deverên vî bajarî em ê fîlman temaşe bikin. Ez vê sozê didim we. Ez fîlmçêkerê pir hêja Sirri Sureyya Onder li vir bi bîr tînim. Ger ew îro sax bûya bê guman ew ê li vir bûya me şa bikira. Em tiştekî pir girîng winda dikin. Ez dizanim ku ruhê wî, çavên wî û hişê wî 8 rojan li vir geriya û hemî fîlmçêkerên ciwan îlham kir. Wî got, ‘Kurd gelekî wisa ne ku tevî ew qas pir in jî ew bi serhişkî aştî û demokrasiyê dixwazin bêyî ku ji xwe re tiştek bixwazin. Di sedsala 21an de Kurd dê romana ku hîn nehatiye nivîsandin fîlma ku hîn nehatiye çêkirin helbestê biafirînin.’ Ez bawer dikim ku ev xewn dê pêk were.”

Xelata fîlman ji bo Dîlan Karaman hate veqetandin

Piştre daxuyaniya Fona Projeya Sînebîrê ku ji aliyê juriyê ve hatiye hilbijartin pêk hat. Berfîn Emektar li ser navê juriyê axivî û spasiya kesên ku beşdarî festîvalê bûne kir û got: “64 fîlm û belgefîlm ji bo Xelata Projeya Sînebîrê ya îsal hatine şandin û 15 ji wan ketine hilbijartinê. Me di her kategoriyê de projeyek xelat kir. Em dixwazin teqez bikin ku tu projeyên ku me temaşe kirin ne temam û ne jî bêqîmet bûn. Her derhêner û senarîst dixwaze li ser kolektîfa gelê Kurd şopek bihêle. Projeyên ku îro hatine xelatkirin tenê ew projeyên ku îsal derketine holê bûn. Ji bo me hemû proje bi qîmet in. Daxwaza me ew e ku em van projeyan di salên pêş de li festîvalan bibînin. Bila rêya we zelal be.”

3 fîlman xelat girt

Xelatên tematîk ji fîlmên ku di çarçoveya festîvalê de hatine nîşandan re hatin dayîn. Piştre Seroka Daîreya Çand û Geştiyariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Zeynep Yaş ji bo pêşkêşkirina xelata Rûmetê ya Zîlan Hemo, derket ser dike. Wê xelat ji bo fîlma “Sêgoşe” da Jino Hadî Hesen. Ji ber ku Jino Hadî Hesen beşdar nebû, xelat ji hêla derhêner Zanyar Muhammadîneko ve hate wergirtin.

Belgefîlman jî xelat girtin

Di dawiyê de, xelat ji belgefîlman re hatin dayîn. Xelata Taybet a Juriyê ji bo fîlma wî ya “All The Mountains Give” ji Arash Raksha re hate dayîn.

Xelata Taha Karimî ji bo fîlma wan a “Xalko” ji Sami Mermer û Hind Benchekroun re hate dayîn.

6 xelat ji dan fîlmên taybet 

Di kategoriya fîlmên dirêj de şeş xelat hatin dayîn. Xelata Sînematografiya Afirîner ji bo fîlma “Ciran” a Stephane Kuthy çû. Xelata Senaryoya Sirri Sureyya Onder ji bo fîlma “Ezmûn” ji Shawkat Amîn Korkî re hat dayîn. Xelata Çarçoveya Estetîk ji bo fîlma “Beriya Şevê” ya Alî Kemal Çinar çû ku ev xelata wî ya duyemîn e. Xelata Cilên Serhildêr ji bo fîlma xwe “The Virgín and Child” ji Binevşa Bêrîvan re hat dayîn. Berfin Emektar xelat li ser navê derhêner wergirt.

Xelata Taybet a Juriyê dan fîlma “Zalava” a Arselan Amirî. Xelata Berxwedana Yilmaz Guney a “Sonne” jî dan Kurdxwîn Eyûb.

Piştî merasîma xelatdayînê, endamên komîteya amadekar a festîvalê vexwendin ser dikê. Girseyê ji bo wan weke çend deqeyan çepik lêxistin. Bername bi kişandina wêneyên komî bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DYAyê li hedefên Îranê da, pasdaran angaşt ku balefireke DYAyê xistine

DYAyê li hedefên Îranê da, pasdaran angaşt ku balefireke DYAyê xistine

26 GULAN 2026
Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

26 GULAN 2026
Îsraîlê li gelek navendên Hizbullahê xist

Îsraîlê li gelek navendên Hizbullahê xist

26 GULAN 2026
Li Îran û Rojhilat di nav 10 mehan de 85 hezar jin rastî tundiyê hatine

Li Îran û Rojhilat di nav 10 mehan de 85 hezar jin rastî tundiyê hatine

26 GULAN 2026
Li Peyasê Komuna Çandiniyê hat avakirin

Li Peyasê Komuna Çandiniyê hat avakirin

26 GULAN 2026
Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola çand, ked û afirîneriya jinan: Mehfûr

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hikûmetê civak perîşan kiriye, em nikarin tiştekî bikirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (672)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne