• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 15ê MIJDARA 2025an

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 15ê MIJDARA 2025an

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dîrokê bin av nekin jiyanê tune nekin’

Şirnex /AW

28 SIBAT 2025 - 18:05
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A

Şêniyên gundê Şaxê û Heblerê li dijî projeya bendavê ku wê gundê wan di bin avê de bihêle daxuyanî dan û gotin: “Dîrokê bin av nekin, jiyanê tune nekin.”

Welatiyên gundê Şaxê û Hebler ên giredayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî çêkirina bendava li gundê xwe daxuyanî dan. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Endamên komîsyona xwezayê ya baroyên Amed û Şirnexê, rêxistinên DBP û DEM Partiye yên Şirnex û navçeyên wê, saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Komê li ber cihe ku bi hinceta “Ewlehiyê” ketina wir qedexeyê, daxuyanî dan. Girseyê, dovîzên li ser, “Dîrokê bin av nekin, jiyanê tune nêkin”, “Şax û Hebler ya me ye sermayedar bicehem e” û “Ne HES e projeya tune kirinê ye” dinivisî hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmeyên, “Bê xweza jiyan nabe” berz kirin.

Şeniya gund parêzer Dîlan Elçî daxuyanî da û anî ziman ku bi çêkirina bendavê ve cihên dîrokî, çavkaniyên avê û cihe welatiyên herêmê wê bê tunekirin û wiha got: “Çemê Nêrdûşê, çavkaniyeke avê ya xwezayî ye ku ji qûntara Çiyayê Cûdî derdikeve. Ji bo Şirnexê xwedî girîngiyeke mezin a ekolojîk û çandî ye. Ev çemê ku di xebatên çandinî û sewalkariyê de roleke girîng dilîze, di heman demê de ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk a li herêmê jî dibe alîkar. Lê mirina masiyan a bi komî û qirêjiya zêde ya ku bi salan e didome nîşan dide ku hevsengiya kîmyewî û biyolojîk a avê têk çûye. Kanên li herêmê, arava xwe rasterast diherikînin çêm û ev yek xetereyekê li ser kalîteya avê û silametîya ekosîstemê çêdike.”

Xetereyên bendavê

Dîlan Elçî di berdewama axftina xwe de xetereya çêkirina bendavê wiha anî ziman:”

*Ekosîstema herêmê wê bi awayekî bêveger zirarê bibîne.
* Şûnwarên dîrokî yên wekî gundên Şax û Heblerê wê bi temamî wêran bibin.
*Mîrata şaristaniyên Asûrî, Keldanî û Kurd wê di bin avê de bimîne.
* Gelê herêmê dê careke din bi darê zorê koçber bibin û çavkanîyên debara jiyana xwe wenda bikin. Binketina gundên Şax û Heblerê ya bin ava bendavê de, mîna Heskêfê, tê wateya wêrankirina bêveger a mîrateyên dîrokî û dewlemendiya çandî ya hezar salan. Ji ber vê yekê em bang li rayedarên pêwendîdar, zanyar, saziyên sivîl û tevahiya raya giştî dikin ku ji bo rawestandina vê wêraniyê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo dîrok, xweza û jiyanê divê ev proje bê betalkirin.”

‘Em ê li dijî bendavê têbikoşin’

Endamên OHD parêzer Bahar Eryılmaz û Serfiraz Azad jî axivîn û destnîşan kirin ku ew li dijî projeya bendavê li cem şeniyên gund in û ji aliyê huqûqî ve jî piştgiriya gundiyan bikin. Endamê Komîsyona Xwezayê ya Baroya Amedê Sîdar Gumus jî diyar kir ku ew ê pêvajoya çêkirina bendavê bişopînin. Endama komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Emine Tantan jî anî ziman ku ew ê destûr nedin projeya bendavê û bang li hemû kesan kir ku li dijî projeya bendavê dengê xwe derxînin. Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Gungen jî bi lêv kir ku ew ê li dijî bendavê bi şeniyên gund re bin.

‘Em naxwazin bendav bên çêkirin’

Şeniyê gund Mehmed Beg anî ziman ku gundê wan hatiyê xirakirin û got: “Gundê me gundên dîrokî ne. Gundê me xira bûye û niha bendavê çêdikin. Em naxwazin li gund bendavê çêbikin û em dixwazin gunde me ji nû ve bê avakirin.”

Şeniya gund Hanzade Gok jî anî ziman ku ew dixwazin vegerin gundê xwe û li dijî bendavê ne.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

65 saziyên jinan dê li dijî tundiyê têbikoşin

65 saziyên jinan dê li dijî tundiyê têbikoşin

15 MIJDAR 2025
Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

15 MIJDAR 2025
Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

15 MIJDAR 2025
Hevşaredarên Akdenîzê: Hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e

Hevşaredarên Akdenîzê: Hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e

15 MIJDAR 2025
Ne bazarvan dikarin bifiroşin ne jî gel dikare bikire

Ne bazarvan dikarin bifiroşin ne jî gel dikare bikire

15 MIJDAR 2025
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

15 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (220)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne