Hevşaredar Dogan Hatun, beriya “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di navbera 12-16ê Gulanê de li dar bixe, banga beşdariyê kir û got: “Divê ev pêvajoya aştiyê pûç dernekeve. Divê em destê kesên ku di lihevkirinê de rol û mîsyona wan heye bihêz bikin. Bihêzkirina destî tê wateya ku gel aştiyê dixwaze. Pêwîst e her kes li gorî vê gavan biavêje.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya torên hevgirtinê yên herêmî û navneteweyî, dê di navbera 12-16ê Gulanê de li Amedê “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” li dar bixe. Di çarçoveya forumê de ku armanc dike qadên cuda yên civakî bîne cem hev, rêyên tevkariya civakî ya di pêvajoya aştiyê de dê ji asta herêmî bên nîqaşkirin. Li nav bajêr, bi dirûşma “Bi hev re” dê rêzeçalakiyên wekî atolye, panel, konser, meş û pêşangeh bên lidarxistin. Çalakiyên ku nûnerên 42 saziyên ji bajêr û qada navneteweyî piştgiriyê didinê, dê li ser çawaniya civakîkirina aştiyê diyalog bên avakirin û tecrube bên parvekirin. Li nav bajêr 50 atolye, 2 konser, 6 panel, 2 lîstikên şanoyê, 7 fîlm û li Sûrê 2 meşên bîranîna kolektîf dê bên lidarxistin. Di çarçoveya forumê de her wiha tê hedefkirin ku nexşeyeke rê ya hevpar bê avakirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, derbarê hewcedariyên ku bûne sedema derketina “Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê” û armanca forumê de nirxandin kir.
‘Divê civak jî pirsgirêkên xwe bîne ziman û li çareyan bigere’
Hevşaredar Dogan Hatun bi bîr xist ku ev nêzî sal û nîveke pêvajoyek ji bo pêşxistina çareseriyê tê meşandin û got: “Dema behsa aştiyê tê kirin, lihevkirina aliyên ku bi hev re şer dikin tê fêmkirin; lê belê gava ev şer pir dirêj dibe, bandoreke mezin li ser civakê jî dike. Di nava civakê de pevçûnên kûr çêdibin. Ji ber vê yekê, ne tenê aliyên şerker, divê civak jî di van pêvajoyên aştiyê de pirsgirêkên xwe bîne ziman û li çareyan bigere.”
‘Em fikirîn ka em dikarin çi û çi bikin’
Hevşaredar Dogan Hatûn diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî 50 salan e pêvajoyeke pevçûnî heye û got ku ji ber şer bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran mirov jî neçar man ji warên xwe koç bikin. Dogan Hatûn anî ziman ku ji bilî bandorên fîzîkî yên şer, bandorên psîkolojîk jî bi awayekî giran tên dîtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê ji bo serkeftinê divê her sazî piştgiriya ku ji destê wê tê bide. Em jî di vê çarçoveyê de wekî Şaredariya Bajarê Mezin, di koordînasyon û civînên xwe de me got ‘Em dikarin çi bikin?’ Em wekî Şaredariya Bajarê Mezin çawa dikarin di nav gel de tevkariyê bikin da ku ev pêvajo serkeftî be? Pirsgirêkên gel çi ne? Kî çawa li pêvajoya aştiyê dinêre? Çawa çareseriyekê dixwaze? An jî gel çawa divê vê pêvajoya dest pê kiriye fam bike? Di vê çarçoveyê de me biryarek girt. Salek di ser biryara me re derbas bû. Me wekî Şaredariya Bajarê Mezin, bi rêya tecrubeyên saziyên li Amedê û saziyên navneteweyî yên ku berê şer li wan qewimiye, li hev kirine an jî xwestine li hev bikin lê pirsgirêk jiyane, me forumek ava kir.”
‘Em dixwazin tecrubeyên gelan bînin cem hev’
Dogan Hatûn da zanîn ku dê ji 12 welatan beşdarî di forumê de hebe û got ku ligel rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, dê ji seranserê Tirkiyeyê jî beşdariyeke xurt hebe û di çarçoveya forumê de dê gelek atolye bên lidarxistin. Dogan Hatun destnîşan kir ku di gelek mijaran de, ji warê ziman bigire heta çandê, ji zarokan bigire heta jinan û qadên civakî dê atolye bên lidarxistin û wiha pê de çû: “Niha 52 atolye, panel û bi beşdariya hunermend an kesayetên siyasî yên ku gotina wan tê qebûlkirin pêvajo dimeşe. Em bi rastî hêvî dikin ku ev forum, ji bo nifşên me yên paşerojê tecrubeyên gelan bîne cem hev. Ne tenê di navbera 12-16’ê Gulanê de, heta ku jiyan berdewam bike, em ê ji bo avakirina zemîna aştiyeke bi rûmet ku tê de hemû gelên Tirkiyeyê û hemû gelên bajarê me xwe azad hîs bikin, têbikoşin. Em hêvî dikin ku foruma me, nîqaşên me û encamên ku dê ji vir derkevin ji bo dewletê jî bibin mînakek.”
‘Li kolaneke me çar mezheb bi hezaran salan bi hev re jiyan’
Dogan Hatûn diyar kir ku wan ne tenê rêxistinên civaka sivîl ên ku li ser aştiyê hûr dibin, her wiha nûnerên partiyên siyasî jî vexwendine forumê û ji ber vê yekê ew beşdariyeke xurt hêvî dikin. Hatun anî ziman ku li Amedê 12 hezar û 500 sal in jiyaneke bê navber heye û gel bi aştiyane bi hev re dijîn û got: “Li kûçeyeke me çar mezheb bi hezaran salan bi hev re jiyan. Ev yek mînakekê pêşkêşî me dike; Amed bi xwe bajarê aştiyê ye. Dema mînaka Amedê li cîhanê belav bibe, tê dîtin ku her kes dikare bi hev re bijî. Ev tecrubeya ku 12 hezar û 500 salan li Amedê derketiye holê, wekî genekê ketiye şaneyên me; êdî em bê aştî nikarin bijîn. Gelê Amedê bê aştî nikare bijî. Kî xwestibe îradeya wan ji destê wan bigire, di vî bajarî de her tim ji bo aştiyê bersiveke bilind bûye. Ji ber vê yekê Amed cihekî girîng e. Li Rojhilata Navîn jî bi dîroka xwe ya kevnar a 12 hezar salî, bi hezaran salan bûye navenda bazirganiyê ya gelan. Her kesê ku hat vir, Amed ji xwe re wek stargehek dît. Ji ber ewlehiya xwe, gelên ku tê de dijîn û nêzîkatiyên erênî, ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Li kû dera cîhanê navê Amedê dibihîzin, peyva yekem a ku ji devê wan derdikeve ev e: ‘Amed cihekî demokratîk e. Her gel dikare li wir bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi mezhebê xwe bijî.’ Ji ber vê yekê -etnîkî an dînî çi dibe bila bibe ne girîng e- Amed bi dîroka xwe ya 12 hezar salî ev çand di nava nifûsa xwe ya nêzî 2 milyonî de helandiye.”
‘Mînaka herî girîng, modela pêkvejiyanê ya Amedê ye’
Dogan Hatûn bal kişand ser hişmendiya civakî û bîra aştiyê ya ku di bajêr de ji rabirdûyê heta îro saxlem e û wiha axivî: “Em dizanin ku em ji aştiyê çi fam dikin. Ji ber ku gelên li vir bi hezaran salan jiyan bi wateya aştiyê parve kirine. Misilman û Xiristiyan mil bi mil bi hev re jiyane, kesî yê din wekî gef nedîtiye. Netewe jî wisa ne; li Amedê Asûrî, Keldanî, Ermenî, Kurd, Tirk hebûn; nasnameya etnîkî tu carî ji bo wan nebû pirsgirêk. Di eslê xwe de ev bûye çandek. Dema em vê tînin Foruma xwe ya Aştiyê jî, mînaka herî xurt dê bibe modela pêkvejiyanê ya Amedê.”
‘Divê Îzmîrî, Sînopî, Trabzonî jî rengê vê pêvajoyê fam bikin’
Dogan Hatûn bi bîr xist ku beriya biryara forumê wan bi gelek aliyan re civîn pêk anîne û pênc atolyeyên mezin li dar xistine û tekez kir ku bi saya encamên derketine, wan bala xwe daye ser kêmasiyan û got “Em ji xwe ve dest bi kar bikin. Divê em bifikirin ku zimanê aştiyê divê bi kîjan rengî, bi kîjan dengî be. Di heman demê de divê em hemû gelan hembêz bikin. Divê Îzmîrî, Sînopî, Rizeyî, Trabzonî jî deng, rengê vê pêvajoyê fam bikin, fêr bibin û rêxistin bikin. Ev jî dibe mînakek mezin. Em dixwazin Amed xwedî li vê pêvajoyê derkeve; eger em pêvajoya şer naxwazin, divê em xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin. Eger em bi pêşengiyê xwedî derkevin, gel jî wê xwedî derkeve.”
‘Divê em destê kesên ku di lihevkirinê de rol û mîsyona wan heye bihêz bikin’
Dogan Hatûn bang li Amediyan û hemû civakê kir û got: “Divê ev pêvajoya aştiyê pûç dernekeve. Divê em destê kesên ku di lihevkirinê de rol û mîsyona wan heye bihêz bikin. Divê em destê dewletê jî, destê aliyê din (Îmrali) jî bihêz bikin. Bihêzkirina destî tê wateya ku gel aştiyê dixwaze. Li her dera cîhanê, di her qada jiyanê de eger her kes li her qadê aştiyê bixwaze, rojeva vî welatî dê tenê aştî be. Pêwîst e her kes li gorî vê gavan biavêje, polîtîkayên xwe diyar bike û paşeroja xwe li ser aştiyê ava bike. Her kesê ku dengekî wî heye û dixwaze dengê xwe bilind bike, her kesê ku dixwaze ji bo aştiyê bibe dilopek av an pilek xwê; werin em vî barî, vî karî, vê jiyanê bi hev re ava bikin. Em li benda we ne.”










