Doza nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç taloqî 26ê Îlonê hate kirin.
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç di 14ê Çileya 2026an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema nûçe dişopand hatibû girtin û di 24ê Nîsanê de hatibû berdan. 2emîn danişîna doza Nedîm Orûç li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi tevilbûna rêveberên Komeleya Rojnemevanan a Dîcle Firatê (DFG) û parêzerê Orûç Huseyîn Sedat Sulger hate lidarxistin.
Piştî tespîta nasnameyan parêzer Huseyîn Sedat Sulger diyar kir ku muwekîlê wî rojnemeger e û dema li ser karê xwe bûye hatiye girtin. Her wiha Sulger xwest amûrên nûçegihaniyê yên Orûç werin dayîn û qedexeya derketina derve ya li ser Orûç were rakirin. Heyeta dadgehê ev daxwazên parêzer Sulger red kir.
Nûçegihana Jinnewsê Neslîhan Kardaş û nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Emrûllah Acar di danişînê de weke şahid hatin guhdarÎkirin. Rojnemeger Neslîhan Kardaş diyar kir ku dema Nedîm Orûç hate binçavkirin ew jî li wir bûye û wênekêş di stuyê Orûç de bûye, her wiha nasnameya wî ya nûçegihaniyê jî di destê wî de bûye.
Rojnemeger Emrûllah Acar jî got ku li gel Nedîm Orûç nasnameya xwe ya nûçegihaniyê nîşanî polîsan da jî, polîsan ew xist bin çavan.
Piştî axaftinan heyeta dadgehê doz taloqî 26ê Îlona 2026an kir û xwest dozger mutalaya xwe heya danişîna bê amade bike.













