• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Evîn Siwêd: Koçberên Efrînê wê vegerin warê xwe

Mahmût Altintaş / AW

12 ADAR 2025 - 09:21
Kategorî: ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan  – Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Evîn Siwêd anî ziman ku piştî peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Eş Şara hat îmzekirin Sûriyeyê wê ber bi başbûnê ve bibe û welatiyên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê jî dê vegerin warên xwe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Eş Şara (Colanî) dûh li Şamê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê Mazlûm Abdî û Ehmed Eş Şara li ser 7 xalan li hev kirin. Di peymanê de hat destnîşankirin ku li hemû Suriyeyê agirbest dê bê ragihandin û gelê Kurd jî wê di nava Suriyeya de cih bigire. Li hevkirina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Eş Şera (Muhamed Colanî) bû rojeva cîhanê. Niqaşên li ser li hevkirinê didomin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Evîn Siwêd tekildarî hevdîtinê û xalên li ser hatinê lihevkirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Evîn Siwêd anî ziman ku peymana di navbera Mazlûm Abdî û Ehmed Eş Şera de hatiye îmzekirin pêngaveke dîrokî ye û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji roja ava bûye heta niha dibêje pêwist e pirsgirêkên Suriyeyê bi rêya siyasî bêne çareserkirin. Bi awayekî çekdarî pirsgirêkên Suriyeyê çareser nabin. Hemû pêkhate û baweriyên Suriyeyê bên cem hev û bi rêya diyalogê pirsgirêk bêne çareserkirin. Piştî avabûna hikumeta nû ya Şamê jî gelek aliyên Suriyeya nû li derve man. Gelek ol, bawerî û pêkhate jî ji ber vê siyasetê di xeterê de bûn. Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo pêşiya vê yekê bigirin me hewcedarî bi hevdîtineke bi hikumeta Şamê re dît. Em ketin pêywendiyê û peymanek hat îmze kirin. Ew peyman pêngaveke dîrokî ye. Ji ber ku bi vê peymanê Suriye wê ber bi başbûnê vê biçe û hemû pêkhate û bawerî wê cihê xwe di nav Suriyeyê de bigirin.

‘Dê komkujiyên li dijî Elewiyan rawestin’

Evîn Siwêd balkişand ser komkujiyên li dijî welatiyên Elewî û got: “Bi peymanê komkujiya li dijî welatiyên Elewî jî wê raweste. “Di nava protekolê de yek ji xala herî sereke ew bû ku di nava Suriyeyê de şer bê rawestandin. Bi rêya diyalog û siyasetê pirsgirêk dê bêne çareserkirin. Bi vê xalê komkujiyên li dijî welatiyên Elewî jî wê rawestin. Niha komîteyên lêpirsînê hatinê amadekirin û kesên ew komkujî pêk anîne dê bêne cezakirin. Heviya me jî ew e ku ew komkujî rawestin û aştiyeke navxweyî di nava Suriyê de pêk bê.”

‘Çareserî pergala Netewa Demokratîk e’

Evîn Siwêd destnîşan kir ku pirsgirêkên Suriyeyê bi pir rengî têne çareserkirin û ji bo wê jî modela herî guncav pergala Netewa Demokratîk e. Evîn Siwêd bi lêv kir ku pergala Netewa Demokratîk di nava gelên Suriyeyê de jî tê ecibandin û ev tişt anîn ziman: “Piştî hilweşîna rejîma Suriyeyê di nav hemwelatiyên Suriyeyê de jî nîqaşên li ser pergala Netewa Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatiyê damezrandin destpêkirin. Gelek aliyên siyasî serdana Bakur û Rojhilata Suriyeyê kirin û xwestin pergala Netewa Demokratîk nas bikin. Pergala Netewa Demokratîk ku rêveberiyeke ku bi komîn û meclîsan xwe rêveberina gel esas digire ji aliyê gelek kesan ve jî dihat acibandin. Ji bo wê jî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nomoneyeke baş e ku em bikarin vê tecrûbe bi herêmên din re jî parve bikin. Pirsgirêkên Suriyeyê bi vê pergalê çareser bikin. Di dema rejîma Şamê de tenê yek reng hebû. Piştî hikumeta nû ya Şamê ava bû wan jî ew yek rengî esas girt. Me jî ji bo wê yek rengiya bû ye sedama pirsgirêkan bişkînin divê hemû kes di nava rêveberiyê de cih bigrin. Beriya şoreşa Rojava gelê Kurd li Suriyeyê be nasname dijiya. Piştî vê protokolê ne tenê ziman hemû pêkhatê wê ziman, çand û baweriya xwe di nava Suriyeyê de cihê xwe bigrin. Bi vî awayî em dikarin Suriyeyeke ku hemû kes xwe xwediyê wê bibînin ava bikin.”

‘Divê di serî de êrîş rawestin’

Evîn Siwêd bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û got: “Tevî li hevkirinê jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin û got: “Hikumeta Şamê heta niha li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tu helwest nişan nedan. Lê di nav vê hevpeymana nû de xaleke girîng heye ku ji bo pêşeroja Suriyeyê em bi hev re ava bikin êriş rawestin. Bi van êrişan ew yek pêk nayê. Divê di serî de êriş rawestin. Hem li pira Qeraqozax hem jî li Bendava Tişrînê divê êriş rawestin. Êrişên li dijî welatiyên Elewî jî rawestin. Di bin êrişan de diyalog pêk nayê. Piştî peymanê jî êrişên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ranewestiyan. Gel jî ji bo bendavê biparêzin xwe kirinê mertal û nobedê digirin. Heta niha hikumeta Şamê hem ji bo rawestandina êrişan hem jî ji bo şermezarkirinê tu helwest nişan neda.”

‘Kurd dê vegerin warê xwe’

Di dawiya axaftina xwe de Evîn Siwêd anî ziman ku yek bi peymanê welatiyên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê jî wê vegerin welatê xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî hilweşîna rejîma Baas gelek welatiyên Suriyeyê vegeriyan cih û warê xwe. Lê tenê welatiyên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê nekarîn vêgerin welatê xwe. Di nav xalan de jî ya ku dilê gel şakir jî ew bû ku xelkê Efrîn, Girêspî û Serêkanî dê bi rengekî ewle vegerin cih û warê xwe. Ji bo Suriyeyeke hevgirtî û hemû kes xwe di nav de cih bigire pêk were welatiyên di kampan de ne vegerin welatê xwe û dawî li guhertina demografyayê bê. Protokola ku hatiye îmzekirin wê rê li pêşiya vegera welatiyên Efrîn, Girêspî û Serêkanî veke. Dema vegerin jî divê rastî tundî û revandinê neyên. Ji bo wê jî dê parastina wan bê kirin. Welatiyên Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê pir bi hevî ne ku vegerin warê xwe.”

 

 

 

 

Etîket: Evîn SwêdHSDHTS
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

28 şervanên YPJê yên dîlgirtî hatin berdan

28 şervanên YPJê yên dîlgirtî hatin berdan

1 HEZÎRAN 2026
Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

26 GULAN 2026
Mazlum Ebdî hêrişê vera Herêma Kurdîstanî şermizar kerdê

Mazlûm Ebdî: Şam dîlgirtiyan weke zextê bi kar tîne

21 GULAN 2026
‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026
Şîna endamê HSDê Acar bi girseyî hate ziyaretkirin

Şîna endamê HSDê Acar bi girseyî hate ziyaretkirin

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê ya bi Kurdî der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (374)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne