• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Êzidî bûn qurbana nakokiya partiyên kurdan

Naz Ozek / AW

11 GULAN 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Îbrahîm Êzidî têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî û Konferansa yekrêziyê ya li Qamişloyê diyar kir ku divê êdî Kurd li her derê bêtir xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18ê Adarê de peyamek ji civaka Êzidî re şandibû û gotibû “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li 73 fermanan e. Pêvajoya ku me dan destpêkirin wê herî zêde hebûn û azdaiya gelê me yê Êzidî pêk bîne.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de destnîşan dike ku Êzidîtî yek ji bawerîyên herî kevn û civakên herî kevnar ê Mezopotamyayê ye û wiha dibêje: “Ji bo parastina çand, nasname û hebûna xwe berdêlên mezin dan. Trajedî û fermanên li serê wan hatin rakirin, ne tenê di wijdanê gelê me de, di wijdanê hevpar ê mirovahiyê de jî kûr cih girtiye. Di sedsala dawîn de komkujiyên ku di encama êrişên xwedî zêhniyeta dewletên qewmî de pêk hatin di asta jenosîdê de bûn. Komkujiya 2014an ya Şengalê, dewama wê zêhniyetê bû ku armanca wê jiholêrakirin û kokqelandina êzdiyan bû.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyamê de destnîşan dike ku vê carê gelê Êzidî bi lez xwe gihand têkoşîna azadîyê, xwe bi rêxistin kir û dest bi berxwedanê kir û wiha berdewam dike: “Bi vî awayî, bi berxwedaneke dîrokî bersiva tevkujiyan da. Beşdarbûna jinan a vê berxwedanê pir bi wate ye. Ew ketine wê pêvajoyê ku siberoja xwe bi destê xwe ava bikin. Divê rêxistinbûneke civakî ya wisa pêk bînin ku pê bikaribin baweriya xwe bi rengekî azad bijîn. Li ser esasê perspektîfa Civaka Demokratîk, siberojeke wekhev û azad a gelan dikare bê avakirin. Divê Êzidî di têkoşîna demokratîkbûnê û avakirina civaka demokratîk de ku xwe dispêre jiyaneke azad û wekhev, bibin hêza aktîf û çalak. Divê gelê me yê Êzidî li her dera lê ye bi xwe rêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe misoger bike. Azadiya Êzidîyan û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li dijî 73 fermanên Êzidîyan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin herî zêde wê hebûn û azadiya Êzidiyan pêk bîne. Ev bang Ronesans e, û herî zêde jî wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be.”

‘Her dem xwest Êzîdî xwe biparêzin’

Rojnameger Îbrahîm Êzidî li ser rewşa Rojhilata Navîn û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Êzidiyan ji Ajansa Welat (AW) re nirxandin kir. Rojnameger Îbrahîm Êzidî anî ziman ku divê mirov peyamê li ser sê esasan bigire dest û wiha got: “Beriya ferman li dijî êzdiyan pêk bê, Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastinê peyam ji Êzidiyan re şandibû. Pêşbînî dikir ku civaka Êzidî rastî êrişan bê. Di sala 2007an de dema komên El Kaîde êrîşî Şengalê kir, wê demê Rêber Abdullah Ocalan xwest civaka Êzidî parastina xwe xurt bike. Wê demê destnîşan kiribû ku civaka êzîdî dê rastî êrîşan bê. Lê hêzên herêmî yên wekî PDKê destûr neda ku rêxistina tevgera azadiyê parastina civaka êzidî bike. Heta 2014an tevgera azadiyê gelek caran xwest civaka Êzidî biparêze. Xwest hêzeke taybet a parastinê bê avakirin. Lê hêzên serdest ên herêmê nexwestin ku hêza parastina şengalê bê avakirin. Lê piştî êrîşê civaka Êzidî hewl da hêza xwe ya parastinê ava bike. Di nava fermanê de hewl da xwe biparêze. Meclisa Gel a Êzidiyan ava kirin. Hêzên ku xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin, YBŞ, YJŞ, YPG, YPJ xwe bi rêxistin kirin û li dijî DAIŞê şer kirin. Piştî parastinê û şerê li dijî DAIŞê bi sedan jinên Êzidî ku ketibûn destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Yek bi yek gotinên Rêber Abdullah Ocalan û pêşdîtinên wî pêk hatin.”

Divê Êzidî bêtir xwe bi rêxistin bikin

Rojnameger Îbrahîm Êzidî li ser peyama Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî jî rawestiya û got: “Çend roj berê jî çend zarokên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Rêber Abdullah Ocalan vê demê wekî Ronesansa civaka Êzidî pênase dike. Ev ji bo civaka Êzidî destpêkeke nû ye. Rêber Abdullah Ocalan bi vê peyamê dixwaze bibêje ‘Têkoşîna 10 salan ku we bi kedek mezin meşandiye êdî encamê digire’. Li vir dixwaze Êzidî derbasî pêngaveke nû bibe û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Ji bo derbasî qonaxeke nû bibin dixwaze bêtir xwe bi rêxistin bikin. Her ku li dijî Êzidiyan ferman pêk hat, Êzidiyan ax û warên xwe terk kirin û koçber bûn.”
Îbrahîm Êzidî bal kişand ser êzidiyên Bakurê Kurdistanê û wiha got: “100 sal berê li Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran Êzidî hebûn. Lê di encama şer û êrîşên li dijî Êzidiyan de tev koçber bûn. Li dijî Êzidiyên Şengalê fermana 74an pêk hat û ev ferman didome. Dema di 2014an de li dijî Êzidiyan êrîş pêk hat, ji sedî 75ê Êzidiyan ji cih û warên xwe koçber bûn. Lê Êziyan li ruxmê vê yekê li ser fikr û felsefeya Rêber Apo dîsa xwe bi rêxistin kirin û dîsa li warê xwe vegeriyan û saziyên xwe ava kirin. Piştî Êzidî vegeriyan ser axa xwe ev ji bo wan destpêkeke nû ye. 74 ferman hatin serê Êzidiyan. Lê cara yekemîn e Êzîdî piştî fermanê dîsa li axa xwe vedigerin û terka xwa xwe nakin. Nihal i ser axa Şengalê jiyaneke nû vedikin.

Li pêş çavê cîhanê Elewî û Durzî rastî komkujiyê tên

Rojnameger Îbrahîm Êzidî li ser êrîşên HTŞê yên li dijî Elewî û Durziyan jî nirxandin kir û got: “Civakên li dervê Îslamê ne dubare rastî êrîşan tên. Ewil DAIŞê êrîşî civaka Êzidî kir. Niha jî heman hêz bi navekî din êrîşî Elewî û Durziyan dikin. Civakên li dijî olên xwe qebûl nakin û êrîşî wan dikin. Van hêzan di aliyê hişmendiyê de guhertine nekirine. Tenê di aliyê siyasetêde guhertin kirine. Van hêzan tişta ku di 2014an de li Şengalê kirin, îro li Sûriyê bi awayekî fermî van komkujiyan pêk tînin. Em îro dibînin ku piraniya welatên cîhanê bi hikûmeta demkî ya Şamê re dan û stendinê dikin. Lê li ruxmê vê yekê li pêş çavên wan li dijî Elewî û Durziyan komkujî tê kirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li hêzên navdewletî dike û dibêje ‘We wê demê Êzidî ji Êrîşên DAIŞê ne parat. Lê iro hûn bi wan re dan û stendinê dikin. Rêvberî destnîşan dike ku hêzên navdewletî dikarin civakên Durzî û Elewiyan biparêze û eger îro wan neparêze, dê civakên din jî bi xetereyan re rû bi rû bimîne. Rêveberiya Xweser destnîşan dike ku li Deşta Nînovayê bi dehan pêkhateyên xwedî bawerî û nasnameyên cuda hene û eger rê li pêşiya êrîşan neyê firtin tev di bin metirsiyê de ne.

Nakokiyên partiyên Kurdan rê li pêşiya komkujiya Êzidiyan vekir

Rojnameger Îbrahîm Êzidî herî dawî bal kişand ser bandora Konferansa Yekrêziyê ya li ser civaka Êzidî û got: “Dema DAIŞê êrîşî Şengalê kir, hêzên PDK û YNKê li herêmê serwer bû. Lê parastina Şengalê nekirin. Civaka êzidî bû qurbana nakokiyên navbera hêzên herêmê yên Kurdan. Eger di navbera PDK û YNKê de nakokî nebûya, Eger nakokî di navbera PDK û PKKê de nebûya, dê ev êrîş pêk nehatibûna. Di encamê de heta hêzên Kurd bi van konferansan yekîtiya xwe ava nekin û gavên pratîkî navêjin, civaka êzîdî dê negêjin mafên xwe. Civaka Êzidî dixwaze azad li ser axa xwe bijî. Lê PDK ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî vê yekê asteng dike. Li dijî mafê civaka êzidî tev digere. Eger aliyên Kurdî yekîtiya xwe ava bikin, dê PDK jî nikaribe aşkere dijberiya civaka Êzidî bikin. Ji ber vê yekê Konferansa Yekrêziyê gelek girîng e. Divê ev biryar têkeve meriyetê û li gorî wê gavan bavêje.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026
Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

15 GULAN 2026
Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

15 GULAN 2026
Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

15 GULAN 2026
Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

15 GULAN 2026
Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (405)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne