• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gel raporek pêşkeşî komîsyonê kirin

Mahmût Altintaş / AW

12 COTMEH 2025 - 08:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Enqere – Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin têkildajrî rapora TJAyê ya pêşkeşî komîsyonê hatiyê kirin anî ziman ku wan di raporê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya zimanê dayikê, nasname û civakê pêşkeşî komîsyonê û partiyên siyasî kirine.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek li dar xistibû. Meşa ku bi tevlibûna 150 jinan pêk hat li Enqereyê bi pêşkeşkirina raporeke ji bo komîsyon û partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne, bi dawî bû. Di meşê de jinan xwest “mafê hêviyê” were bicihanîn û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û azadiya bi giştî civakê daxwaz kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin ku ew jî yek ji çalakvanê meşê bû, têkildarî rapora ku pêşkeşî komîsyonê kirine axivî. Guneş diyar kir ku heta daxwaza wan pêk were dê çalakiyêm wan bidomin.

‘Meşa me peyaman gihand Enqereyê’ 

Berîtan Guneş Altin anî ziman ku wan li gelek bajaran meş li dar xistiye û li her bajarî jî daxwaziya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd derketiye pêş. Berîtan Guneş destnîşan kir ku li her bajarê ew geriyane xwedî wateyeke bûye û wiha got: “Riha ku tunehesibandina gelê Kurd li wir hatiyê şikandin û Amara ku gundê birêz Ocalan li wir ji dayik bûyê ji bo me xwedî wateyeke mezin bû. Di meşê de peyama azadiya birêz Ocalan û pêşî vekirina azadî û aştiyê hatin dayîn. Li her bajarî me piştgiriya ji bo pêvajoyê dît. Meşa me li Enqere bi dawî bû. Enqere ji bo paytexta Tirkiyeyê û pêvajo niha li vir tê rêveberin, cihekî girîng e. Axaftina li Meclîsê jî girîng bû. Ji ber ku ev Meclîs her dem bi qanûnan gelan tune hesibandiye. Ji bo tunesibandina gelan bi dawî bibe û daxwazên wekheviya gelan qebûl bibe, peyama li vir hat dayîn jî girîng bû.”

‘Meşa me bi dawî nebûye’

Bêrîtan Guneş Altin bi lêv kir ku meşa wan bi dawî nebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta azadiya rêzdar Ocalan û gel pêk neyê meşa me jî, berxwedan û têkoşîna me jî wê bidome. Di pêvajoyên aştî û lêgerîna çareseriyan de gelek caran gel biryar daye. Di vê meşê de jî gel wê biryarê da. Encama meşa jinan wê diyar bike. Bi vê mîsyonê 150 jin derketin rê û di nava gel de ji bo daxwazên bajarên cuda cuda heta Enqereyê meşiyan. Me daxwazên gel weke raporek tomar kir. Rapora ku me tomar kir, me pêşkeşî komîsyonê û tevahî partiyên di parlamentoyê de ne kir. Ji ber ku ji bo pêvajo encam bigire, divê Enqere bizanibe Amed ji vê pêvajoyê çi fêm dike, bajarên bakurê Kurdistanê ji vê pêvajoyê çi fêm dikin. Meşa me jî bi vê mabestê pêk hat. Jin hem ji bo xwedî derketina azadiya jinan û hem jî ji bo xwedî derketina nasnameya Kurdbûnê meşiyan.”

Rapora pêşkîşî komîsyon û partiyên siyasî hatiye kirin

Bêrîtan Guneş Altin têkildarî rapora pêşkeşî komîsyonê kirine jî diyar kirin ku daxwazên hevpar ên gel tomar kirine û derbarê raporê de ev tişt gotin: “Di serî de azadiya rêzdar Abdullah Ocalan daxwaza sereke ya meşê bû. Lê weke ku rêzdar Abdullah Ocalan jî dibêje; divê azadiya min a takekesî na, azadiya civakê were sazkirin. Me jî di rapora xwe de azadiya civakê çi ye û wê çawa bê sazkirin tomar kir. Bicihanîna mafê hêviyê û azadiya rêzdar Ocalan weke rapor me tomar kir. Rêzdar Ocalan mafê hêviyê weke rêgezek bi nav dike û dibêje, ‘Divê di civakê de tu kes bê hevî nebe’. Lê niha hêvî hatiyê dorpêçkirin, cihê ku hevî hatibe dorpêçkirin jiyan li wir namîne. Yek jî azadiya civakê weke rapor me tomar kir. Ji bo civak azad bibe divê di serî de demokratîk bibe. Demokratîkbûna civakê jî bi azadiya ziman, nasname, ol û çandan pêkan e. Heke ji bo nasnameyeke astengî hebin ew civak nikare demokratîk bibe. Ji bo wê jî di rapora me de ji bo hemû xizmetên civakî bi zimanê dayikê bibe û perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn, hate destnîşankirin. Her wiha berdana hemû girtiyên siyasî jî weke rapor me tomar kir. Pirsgirêkên tevahiya civakê weke rapor tomar kir û pêşkêş kir. Azadiya jinan, ciwanan û hemû beşên civakê weke rapor me tomar kir.”

‘Demokratîkbûyin ji Îmraliyê dest pê dike’

Bêrîtan Guneş Altin destnîşan kir ku ji ber gavneavêtina dewletê wan hewceyî bi meşeke bi vî rengî dîtiye û ev yek anîn ziman: “Mafê hêviyê hê jî pêk nehatiye, her wiha pirsgirêkên civakî hê berdewam dikin. Tevî pêvajoyê jî gav nehatine avêtin. Ji bo wê jî me hewceyî bi vê meşê dît. Divê êdî gav bên avêtin. Nedemokratîkbûna Tirkiyeyê bandor li ser pêvajoyê dike. Divê êdî Tirkiyeyê polîtikayên xwe yên dijminatiya li ser gelê Kurd bi dawî bike. Aştî divê êdî bibe aştiya civakê û hemû pêkhate bikaribin bi hev re wekhev bijîn. Li gorî hevpeymanên navneteweyi jî êdî dewlet neçare ku vî naskirina mafan bixe meriyetê. Heke ev maf nekevin meriyetê em nikarin qala demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bikin. Weke ku rêzdar Abdullah Ocalan dibêje, ‘Hemû nehiqûqî li Kurdistanê weke laburatuareke tên pêşxistin û belavî hemû Tirkiyeyê tên kirin’, hemû bêhiqûqiyan jî li Girava Îmraliyê dest pê kirin û belavî hemû girtîgehan bû. Demokratîkbûyîn ji Îmraliyê dest pê dike û belavî hemû girtîgehan û Tirkiyeyê dibe. Mafê hêviyê bixin meriyetê Tirkiyeyê jî wê demokratîk bibe.”

‘Çareserî di azadiya rêzdar Ocalan re derbas dibe’

Bêrîtan Guneş Altin anî ziman ku xebat û çalakiyên wan ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê wê berdewam bikin û di dawiyê de wiha got: “Me salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêzdar Ocalan li pey xwe hişt. Gelê Kurd 27 sal in ji bo azadiya rêberê xwe li ber xwe dide. Heta em ji van daxwazên xwe encam nestînin, em ê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku çareseriya me di azadiya rêzdar Ocalan derbas re dibe. Ji bo wê jî heta azadiya rêzdar Ocalan pêk were wê kar û xebatên me bidomin. Her wiha ji bo azadî û demokratîkbûna civakê jî xebatên me wê bidomin. Meşa me ya, ‘Em bi hevî ber bi azadiyê ve dimeşin’ wê bigihîje encamekê.”

Etîket: Abdullah OcalanBerîtan Guneş AltinEnqerekomîsyonmeşa “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin”TJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

10 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

9 HEZÎRAN 2026
Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

9 HEZÎRAN 2026
82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

9 HEZÎRAN 2026
Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala hevdîtinên ciwanan dest pê dike: Armanc hevgirtin û jiyana komunal e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Kopê şitil li jinan belav kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bi dawî bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (325)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne