• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kaytan û Altûn li bajarê xwe Dêrsimê hatin bibîranîn

Dêrsim / AW

17 GULAN 2025 - 18:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran kesên ku beşdarî bîranîna ji bo Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan a li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê bûn soza domandina têkoşîna wan dan.

Qadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê hatin bibîranîn. Malbatên Altûn û Kaytan, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlû, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Dersimê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin, nûnerên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr tevlî bîranînê bûn.

Girseya ku bi berxwedanê astengiyên dewletê derbas kirin li Qada Seyîd Riza ji aliyê malbatên Kaytan û Altun ve hatin pêşwazîkirin. Malbatên Altûn û Kaytan bi vexwandina Gulbang û beytan hatin bîranîn. Bîranîn bi xwendina helbesteke ku Alî Haydar Kaytan dewam kir. Qutbûna elektrîkê ya li navendê, bi çepikan hat protestokirin. Girsê di meşê de siloganên “Çerxa Şoreşê” gotin û piştre siloganên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu axaftinek kir û wiha got: “Vê erdnîgariyê şahidî ji komkujî û berxwedanên herî mezin re kirine. Ji malbatên Altûn û Kaytan re sersaxiyê dixwazim.” Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Girsê piştî peyamê bi deqîqeyan siloganên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Bayindir: Gelê me wê wezîfeya we pêk bîne

Hevserokê DBP’ê keskîn Bayindir diyar kir ku Altûn û Kaytan 33 salan di sîwana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşiyan e û got, “Ew sembola rastiyê bûn. 50 salan ji bo gelê Kurd û bindest xwe nas bikin, ji bo rûmeta xwe nas bikin û bigihêjin azadiya xwe bêwestan têkoşiyan. Ew hevrê û pêkanînerên rastiyê ne. Em ê şînê negirin.”

Bayindir bi bîr xist ku tevî Altûn û Kaytan bi hezaran kes tevlî rêwîtiya heqîqetê bûne û wiha got: “Bi deh hezaran Derwêş û Edûl rêwîtiya heqîqeta we didomînin. Ji bilî yên ku nivîsên xwe dibînin, dizanin û dixwînin, gelê Kurd û gelê Kurdistanê wan nas dike. Berpirsyarî û wezîfeya me giran e. Her cara ku em yek ji şehîdên xwe ji bo razanê radikin, em berpirsyariyê hildigirin ser milê xwe. Îro hêviya aştiyê derketiye holê. Em ê têkoşîna wan mezin bikin û bidomînin. Di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de Banga Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin û didome. Em dixwazin hemû hevalên me, lêgerînerên heqîqetê vê têkoşîna serkeftinê bibînin. Îro di têkoşîna aştiyê de xwegihandina qonaxekê jî bi saya şervanên heqîqetê ye. Em ê ji bo bi hezaran Devrîş ên ku me ew razandin şînê negirin; li şûna vê em ê wan bi anîna azadî û aştiyê ji bo van xakan bi rûmet bikin Gelê me wê bi vê berpirsyarî û wezîfeyê têkoşîna xwe bidomîne. Oxir be Derwêşê Dêrsimê.”

MEBYA-DER: Ew rêberên çiya bûn

Rêvebera Komeleya Piştgirî, Yekîtî û Çanda Malbatên ku Hezkiriyên Xwe Winda Kirine di Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) Hanim Kaya axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya Azadiyê ku rastiya Kurdistanê ya hatiye înkarkirin, binaxkirin û ji bîrkirin – derbasî qonaxeke nû bûye. Têkoşîna me ya 52 salan bi hemû heybeta xwe didome. Ji bo yên ku xwe ji bo azadiyê sond xwarine, ev yek bi ti awayî ne dawî ye lê destpêkeke nû ye. Yên ku bi dildarî bi azadiyê ve girêdayî ne, ji bo wê her kêlî xwe feda kirine; li her bihosta Kurdistanê bi gotina ‘Cil û berek e’ gav avêtin û tovên azadiyê çandin. Ruhê wan kesên ku silav didan hev û heta hetayê dimeşiyan; yên ku li axaftinekê guhdarî kirin û nîv sedsal meşiyan ew tişt e ku me bi hêz hişt û em anîn roja îro. Em bi hêsanî nehatin roja îro; ev rêya ku kesên ji jiyanê hez dikin ji bo wê bimirin vebû ku em anîn vê derê. Gelek lehengên me tevlî vê karwanê ku bi hevrê Hakî Karer re dest pê kir, bûn. Li ser vê bingehê em şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên têkoşînê bi hezkirin û minetdarî bi mînetdarî bi mînetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna şehîd Alî Haydar Kaytan (Fuat) û sembola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ li ber bîranînên wan bi rêzdarî ditewînin. Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hevrêyên hev bûn, di nava yên destpêkê de cih girtin. Baweriya xwe bi têza ‘Kurdistan mêtingeh e’ anîn û bi gotina ‘israrkirina di mirovahiyê de israrkirina di sosyalîzmê de ye’ girtin; ketin nava têkoşînê. Evîndarê çiyê bûn, derwêş bûn, hawarî bûn, bûn rêber.”

Bername bi xwendina helbesta Alî Haydar Kaytan a “Ez mirov bûm” a ji aliyê Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor dewam kir.

Bîranîn bi belavkirina lokmayê, malbatên Altûn û Kaytan sersaxî qebûl kirin. Piştre malbatan berê xwe dan Kafeya Altiustu û li wir taziye qebûl kirin.

Etîket: alî haydar kaytanDêrsimRiza Altûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan tora îstîsmara zayendî ya polîs-leşker û rêveberiya zanîngehê aşker kir

Jinan tora îstîsmara zayendî ya polîs-leşker û rêveberiya zanîngehê aşker kir

7 HEZÎRAN 2026
Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

31 GULAN 2026
Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

29 GULAN 2026
Nobeta xwezayê di cejnê de jî dom kir

Nobeta xwezayê di cejnê de jî dom kir

27 GULAN 2026
Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

1 GULAN 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (469)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne