Amed – Hostayê hesin Xaçoyê Ermenî ku gelek hoste perwerde kiriye, li Sûka Hesin a Amedê li dû xwe hedadiya 200 salî hiştiye.
Li Sûka Hedadan a li Taxa Xançepekê ya Navçeya Sûra Amedê 225 sal dengê çakûcan lê bilind dibe û li ber xwe dide. Cara yekem hostayên Ermenî li vê sûkê dengê çakûcan bilind kirine. Îro jî ew deng bi dawî ne bû ye. Hostayê hesin (Hedad) Xaçoyê Ermenî ku gelek kes li ber destê wî bûne hoste û fêrî kar bûne, li dû xwe hedatên xwe yên 100 û 200 salî hiştiye.
Kurd, Tirk, Ermenî û Suryanî bi hevre jiyan
Dikana Xaço niha wekî cihê xwaringeh tê bikaranîn. Karsaz Cengîz Yazibîlmez diyar kir ku bavê wî dostekî qedîm ê Ermeniyan bû ye û wiha qala çîrokê dike: “Kargeha kevnare ya Xaçoyê Ermenî ji aliyê Ermeniyên Amedê ve ji bavê min re hatiye diyarkirin. Taxa Xançepekê cihek ku cara yekem mirov hatine gel hev û li vir jiyan e. Li vê derê Sûryanî, Ermenî Kûrd û Tirk bi hev dû re jiyan e. Ji aliyekî ve dengê azan ji aliyekî ve jî dengê naqosan bilind bû ye.”
Ermenî çûn, lê hunera wan ma
Cengîz Yazibîlmez da zanîn ku cihê kargeha wî, ya hedad Xaçoyê Ermenî bû ye û axaftina xwe wiha domand:”Xaçoyê xesinkar kesekî navdar e û Amedî hemû wî nas dikin. Niviskarê navdar Migirdîç Margosyan jî biraziyê Xaço ye. Ji ber ku vê derê cihê Ermaniyan e, gelek tiştên ku ji wan jî maye li vê derê tên pêşandin. Berhemên hedadiyê yên 100 û 200 salî ku ji hesinkar Xaço maye li vir tê pêşandin û ji aliyê kesên ku tên vê derê ra rastî eleqeyek mezin tên.”