• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KESKê ji bo meaşê kedkaran bê başkirin dest ji kar berda

Şirnex / AW

13 ÇILE 2025 - 13:35
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxa Platforman a KESKa Şirnexê bi daxwaza mûçeyên xebatkarên tenduristiyê were başkirin ji bo rojekê dest ji kar berda.

 

Şaxa Platformên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK) a Şirnexê, ji bo mûçeyên kedkarên tenduristiyê were başkirin, bi dirûşmeya, “Em li dijî zamê, sefaletê ji bo mûçeyeke têrî jiyaneke mirovî bike, em dest ji kar berdidin” daxuyanî da. Daxuyaniya ku li Kolana Hûnerê ya Cizîrê hat lidarxistin, endam û nûnerên sendîkayên giredayî KESKê tev li bûn. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê û endamên saziyên sivîl ên Şirnexê û parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî piştgirî dan kedkaran. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî ferzkirina sefaletê, têkoşîna ji bo jiyaneke mirovî” hat vekirin.

Beriya daxuyaniyê girsê li Kolana Hunerê govend gerandin û dirûşmeyên, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Serkeftin a kedkaran e, wê kedkar li ber xwe didin” berz kirin.

‘Kedkar bi xizaniyê re rû bi rû tên hiştin’

Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Şaxa SESê ya Şirnexê Kadîr Oruker ve hat xwendin. Kadîr Oruker anî ziman ku ji ber bihabûn û mûçeya kêm kedkarên tenduristiyê bi xizaniyê re rû bi rû tên hiştin û ji bo mûçeyeke baş bê dayin wan biryara grevê girtî ye û rojekê çalakiya dest ji kar berdanê li dar xist. Kadîr Oruker da zanîn ku heta daxwazên wan pêk bên ew ê li hemû şaxên xwe çalakiyê bidomînin.

Oruker daxwazên kedkaran wiha anîn ziman:

“* Em ji bo hemû kedkaran meaşeke însanî û dabeşkirina dahatê ya adil dixwazin

* Karê wekhev; em heqê wekhev dixwazin.

* Li dijî vê fêlbaziya xizaniyê, em daxwaz dikin ku bi lezgîn mûçeya herî kêm a karmendan li ser sînorê xizaniyê, ango 79 hezar TL were zêdekirin.

* Em daxwaza alîkariya kirê dikin ku li gorî daneyên heyî li hember bihayên kirê yên ku hewcedariyên me yên xaniyan ne mumkin dike.

* Em daxwaz dikin ku mûçeya herî kêm di asteke li gor rûmeta mirovan de bê zêdekirin.

* Em daxwaz dikin ku li cihên kar kreşên bêpere bên vekirin.

* Em daxwaz dikin ku bilindkirin û pereyên zêde di teqawîtbûna me de werin kirin û em karibin di teqawîtbûnek însanî de bijîn.

* Em di bacê de dadmendiyê dixwazin, ji bo yên ku kêm qezenc dikin kêmtir, ji bo yên ku zêde distînin zêdetir, bi gotineke din, sîstemek bacê ya adil û kêmkirin û sererastkirina benda 1. ya 10% dixwazin.

*Li hember qanûna sendîkayan a sexte ya ku di bin navê maseya peymana kolektîf de me di navbera lêvên desthilatdariya siyasî de dihêle û hemû desthilatdarî û biryarê ji hikûmetê re dihêle, bi grevek rast em peymaneke kolektîf dixwazin

*Em bi vê wesîleyê bi raya giştî re parve dikin ku ger daxwazên me yên mafdar û rewa neyên cih, em ê têkoşîn û hevgirtina xwe mezintir bikin û çalakiyên xwe li her qadên welat bidomînin.”

Daxuyanî bi berzkirina durişmeyan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê xebatkarên tenduristiyê greva xwe ya rojekî domandin.

Etîket: KESKŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

21 GULAN 2026
Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

13 GULAN 2026

1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

1 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (659)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne