• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Senator Graham: Li dijî Kurdan hevgirtina Şam û Enqereyê nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan / AW

17 ÇILE 2026 - 10:47
Kategorî: CÎHAN
A A
Senatorê Partiya Komarparêzan Lindsey Graham êrişên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava rexne kir û tifaqa Şamê ya bi Tirkiyeyê her roj zêdetir dibe sedema fikaran.

Êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê di qada navneteweyî de dibe sedema bertekan. Senatorê Partiya Komarparêzan Lindsey Graham ku ji bo hevdîtinên dîplomatîk li Îsraîlê ye derbarê êrişên li ser Kurdan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya li ser hesabên fermî yên Qesra Spî jî hate weşandin de Graham anî ziman ku ji ber êrişên li ser Kurdan gelek nerazî ne.

Graham têkoşîna Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞê bi bîr xist û wiha got: “Wekî min berî niha jî anîbûn ziman êrişên li dijî hevpeymanên me yên ji Yemenê heta Sûriyê têkoşîna herî baş li dijî DAIŞê dayîn sedema fikarên mezin e. Bi taybetî hevkariya ji bo meşandina van êrişan di navbera Hikûmeta Nû ya Sûriyê û Tirkiyeyê de pêk tê, fikarên me zêdetir dike.”

‘Vegera DAIŞê ji bo ewlehiya neteweyî xetere ye’

Li ser potansiyela DAIŞê jî Graham bi bîr xist ku niha 9 hezar girtiyên DAÎŞê ji hêla hêzên Kurd ve di bin kontrolê de tên girtin û ev yek anî ziman: “Vegera van girtiyan a qada şer ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê xeteriyek jiyanî ye. Ez piştgirî didim ku şansek ji bo Hikûmeta Sûriyê ya Nû bê dayîn bes bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişkirina Kurdan dê rewşek gelek cuda derxe holê.”

Graham da zanîn ku Partiya Demokrat û Partiya Komarparêz li dijî van êrişan e û wiha domand: “Ne ez ne jî hempîşeyek min nafikire ku di vê rewşê de li şûna Kurdan, Hikûmeta Sûriyê ya Nû an jî Tirkiye bikaribe girtiyên DAIŞê di bin kontrolê de bigire. Ku kesek an jî derdorek wiha bifikire hingê xwe dixapîne.”

Senator Kennedy: Kurd nebûna DAIŞ niha li cihê xwe bû

Senatorek din ê Partiya Komarparêzan John Kennedy jî Kurd wekî dostên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pênase kir û polîtîkayên Tirkiyeyê yên derbarê Rojava de rexne kir. Kennedey bi bîr xist ku rola Kurdan a di têkbirina DAIŞê de di asta jiyanî de ye û wiha got: “Ku Kurd nebûna DAIŞ niha hê jî li cihê xwe bû.”

Etîket: DAIŞHSDKurdLindsey GrahamRojavaŞamTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

27 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

23 NÎSAN 2026
Şîna endamê HSDê Acar bi girseyî hate ziyaretkirin

Şîna endamê HSDê Acar bi girseyî hate ziyaretkirin

23 NÎSAN 2026
NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1020)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne