• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

Navenda Nûçeyan / AW

28 SIBAT 2026 - 14:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ÎHDê û Malbatên Windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar, Tahîr Aslan, Mehmet Alî Aslan û Mehmet Yaşar pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 890emîn de berdewam kirin. ÎHD û Xizmên Windayan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de kesên hatine kuştin û windakirin hatin rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku aqubeta Cuneyt Aydinlar ê ku di 20ê Sibata 1994an de di binçavan de hatiye winda kirin pirsîn.

‘Em liv ir in û em ê heya dawiyê pirsa windayên xwe bikin’

Di çalakiyê de ewilî Xaltîka Cuneyt Aydinlar, Nûray Barçîn axivî. Nûray Barçînê ku bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bang li rayedar û berpirsyaran kir ku bila dengê xizmên windayan bibihîzin û got: “Em weke xizmên windayan bang li berpirsyarê vê pêvajoyê dikin ku ew kesên hatine windakirin bila aqubeta wan bê pirsîn û zelal kirin. Me di komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin de behsa windayên xwe kirin, lê di rapora giştî de em tune hatin hesibandin, aştî bi înkarkirina windayan nayê û ne pêkan e. Em virin, dest ji doza xwe bernadin û em ê heya dawiyê pirsa windayên xwe bikin.”
Piştî axaftina Nuray Barçînê, endama Komîsyona Windayan parêzer Berfîn Elçî çîroka Cuneyt Aydinlar xwend û çalakî bi deqeyek çalakiya runiştinê bi dawî bû.

Êlih

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 726emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. ÎHDê û Malbatên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Tahîr Aslan û Mehmet Alî Aslan ên ku di 1ê Adara 2001î de ji aliyê polîsên sivîl ve li bazara japon a Êlihê hatibûn revandin û ji wê rojê ve tu agahî ji wan nehatiye girtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliye endamê ÎHDa Êlihê Sedat Yildirim ve hate xwendin.

Sedat Yildirim diyar kir ku li gorî agahî û qeydên ku malbatê bidestxistiye Tahîr Aslan û Mehmet Alî Aslan di 1ê Adara 2001î de li derdora saet 12:30an ji aliyê kesên çekdar ve ku cilên sivîl li ber wan bûn hatine revandin û wiha got: “Nêzîkî bazara japon a li Kolana 15an li hember Bankaya Pereyan a Biyanî, hatine binçavkirin. Bi wesayîta plakaya 72 AF 678 ew birine. Piştî serlêdanên xizmên wan ên ji Walîtiya Êlihê, Dozgeriya Komarê ya Êlihê û Daîreya Polîsan a Êlihê di 2yê Adara 2001î de xizmên wan agahdarkirine ku Tahîr Aslan û Mehmet Alî Aslan ji aliyê Cendermeyan ve hatine binçavkirin. Gotine ku ew li Fermandariya Alaya Cendermeyan a Êlihê têne girtin. Tevî hemû lêgerîn û serlêdanên malbatên wan der barê kesên winda de tu agahî bi dest nexistine.”

Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Gever

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 216emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Gever û Şemzînanê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar ê di 28ê Sibata 1994an de piştî li mala dohmama xwe ya li Geverê ji aliyê kesên ku xwe weke polîsan dane nasîn ve hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin hate pirsîn. Berdevka Komîsyona Windanan Eren Baskin çîroka Mehmet Yaşar xwend.

Eren Baskin diyar kir ku Mehmet Yaşar, piştî ku beşdarî merasîma cenazeyê hevalê xwe Mehmet Zekî Yilmaz bû hate şopandin û wiha got: “Mehmet Yaşar, fêm kir ku tê şopandin, çû mala dohmama xwe û li wir ma. Lê ev mal ji aliyê hêzên dewletê ve hat dorpêçkirin. Nêzikî saet di 20:00an de polîsan ku ji bo kontrola nasnameyê hatibûn malê, bi gotina “tu dê bi me re werî emniyetê” Mehmet Yaşar girtin û birin. Piştî ku malbat agahdar bû ku Mehmet Yaşar hat girtin, wan serî li qereqola cendermeyan a navçeyê û miduriyeta polîsan da. Lê girtina wî hat înkarkirin. Hemû daxwaz û serlêdanên ku ji bo hînbûna rewşa Mehmet Yaşar hatin kirin bê encam man. Her wiha, ne tenê tu lêpirsîn nehatin destpêkirin, lê lêgerîna malbatê ya ji bo dadperweriyê bi înkar û tehdîdan hate astengkirin.”

Daxuyanî bi daxwaza pêkanîna edaletê û darizandina kujeran bi dawî bû.

Etîket: AmedColemêrgÊlihÎHDmalbatên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

14 NÎSAN 2026
Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

12 NÎSAN 2026
Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

11 NÎSAN 2026

Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

11 NÎSAN 2026
Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

10 NÎSAN 2026
Tara Mamedova dê li Amed û Êlihê 2 konseran li dar bixe

Tara Mamedova dê li Amed û Êlihê 2 konseran li dar bixe

10 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mbaye Dîagne peyama bi Kurdî: Em qet dev jê bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (523)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne