Li gorî agahdariyên herî dawî, balafirên şer ên Îsraîl di çend deqeyên dawî de rêze êrîş li paytexta Libnanê, Beyrût pêk anîn.
Ligel şerê Îsraîl û Îranê, ragehişa di navbera Hizbûllaha Libnanê û Îsraîlê de jî zêde bû. Îsraîl hem bi bejahî kete Libnanê û hem jî li dijî paytext Beyrûdê bomberdimanan berdewam Di van seatan de du êrîşên esmanî li Taxa Haret Hreîk ya li başûrê Beyrûdê pêk hatin.
Teqînên mezin rûdan
Di encama êrişan de teqînan mezin rû da û dûman bi ser bajar ket. Hêj nayê zanîn ka di encama êrişan de windahiyên mirovî hene an na. Lê ji ber êrişê bînayek hilweşiya û gelek avahiyên li derdorê jî zirarek madî ya cidî dît.













