Heyva Sor a Kurdistanê li Kobanê pêwistiyên jiyanî li koçberên di nava şert û mercên dijwar de dijîn belav kir.
Li Kobanê bi boneya dorpêç û ambargoya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pirsgirêkên pêwistiyên mirovîn didomin. Heyva Sor a Kurdistanê ligel hemû şert û mercên giran jî xebatên alîkariya koçberan didomîne. Komên Heyva Sor a Kurd şîrê pitikan û pêç li malbatên ku di stargehan de dijîn, belav kirin. Ev alîkarî bi armanca piştgiriya zarokan û sivikkirina barê li ser malbatên wan hate pêkanîn.
Rêxistinê diyar kir ku xebatên alîkariyê dê di demên pêş de jî berdewam bike û li hemberî vê mijarê banga hîstiyariyê kir.
Bi rêk û pêk nan tê belavkirin
Li aliyê din Heyva Sor a Kurd di çarçoveya qampanyaya ‘Bila Nan li Malê Hebe’ de wekî hewildanên xwe yên mirovîn li Kobanê înîsiyatîfa belavkirina nan da destpêkirin. Li Kobaniyê rojê 1000 ratibên nan li stargehên koçberan tên belavkirin. Belavkirina nan li Tirbespiyê û Amûdê jî berdewam dike.















