Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeya Esenyurtê şahiya Newrozê li dar xist û agirê Newrozê geş kir.
Li navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş dibe. Îro li taxa Pinarê ya Esenyurtê şahiya Newrozê hate lidarxistin. Gelek kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevli şahiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan, hevserokên DEM Partiyê ya Esenyurtê û gelek welatî tevli şahiya Newrozê bûn.
Gel li taxa Pinarê kom bûn û li vir ewilî govend gerandin. Piştî gerandina govêndê agirê Newrozê hate pêxistin. Di dema pêxistina agirê de gel dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.














