• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    Ji Îranê piştî kuştina Larîcanî gefên tolhildanê

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    Ji Îranê piştî kuştina Larîcanî gefên tolhildanê

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Werin em govenda azadî û yekîtiyê mezintir bikin

Amed / AW

18 ADAR 2026 - 12:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Komîteya Amedekar a Newroza Amedê daxuyanî da û ev bang li gel kir: “Em hemû gelê xwe yê ku ji bo wekhevî û azadiyê bang dike, ji bo xurtkirina têkoşîna yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê vedixwînin Qada Newrozê ya Amedê.”

Komîteya Amedekar a Newroza Amedê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîteya Amadekar, hevserok û rêveberên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Newroz Pîroz Be” hate daliqandin.

Metna daxuyaniyê bi Tirkî endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Hasan Akengîn xwend, metna daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî jî aktîvîsta TJAyê Arzû Karaman xwend. Beriya daxuyaniyê axaftin jî hatin kirin.

Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî û di destpêka axaftina xwe de Kemal Kurkut bi bîr anî û wiha got: “Newroz bi sedan salan e, ruxmê tundî û qetilkirina hemû Kurdan, roja cejna Kurdan e. Di wê rojê de Kurd deng û hestên xwe li qadan tînin ziman. Bi salan hûn zanin ku Newroz qedexe bû. Di van salên dawî de jî gelek tişt qewimîn; wekî hûn zanin, çend sal berê Kemal Kurkut li wê derê hat qetilkirin.Em dibêjin ku êdî bila tu kes neyê qetilkirin. Bi coş û ruhê Newrozê, em dibêjin êdî dem dema azadiyê ye; Newroz, Newroza azadî û aştiyê ye. Em dizanin ku îsal jî bi milyonan kes wê wekî lehiyê dê ber bi qada Newrozê ve biherikin.”

‘Werin em Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi hev re pîroz bikin’

Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan jî axivî û wiha got: “Em dixwazin Newroza 2026an bibe Newroza azadiyê, hêviyê û zemîna demokrasiyê. Sala 2026an bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd û hêviya gelan. Ji ber vê yekê me ev Newroze wek ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ bi nav kir. Lê belê armanca me ya yekemîn, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd e. Dîsa li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo mafê gelê Kurd û statuya gelê Kurd, sala 2026an ji bo me salek pirr dîrokî û girîng e. Li hemû navçe, gund, bajarok û navendên me bi awayekî girseyî xebat û amadekariyên Newrozê tên kirin. Amadekariyen me yên li Qada Newrozê jî ber bi dawî ve diçin. Di hêla ewlehiyê de jî me bi sedan hevalên xwe peywîrdar kirine. Ev Newroza 2026an dê ji Newrozên din bi coştir û xurttir derbas bibe. Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe vedixwînin; Cejna Newrozê. Werin em bi hev re Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi hev re pîroz bikin.”

‘Hêzên hegemonîk hewl didin li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin’

Piştre Arzû Karaman daxuyanî xwend. Karaman anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn û Kurd bi politikaya înkar û îmhayê ku bi sedselan e berdewam dike re rû bi rû ye. Arzû Karaman di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên hêzên hegemonîk û wiha got: “Axên ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî hewl didin li gorî berjewendiyên xwe biguherinîn, her roj ji şer û wêraniyê re şahidiyê dikin.Ev êrîşên ku azadî, wekhevî û yekîtiya gelan hedef digre, dibe sedema qetla bi sedan mirovan. Qada ku herî zêde êriş lê hatiye meşandin jî Rojava ye. Gelê Rojava destkeftiyên xwe afirandine û bi biryardariyeke mezin ew parastine. Gelê rojava Tevî hemû hesabên herêmî, destkeftiyên girîng bi dest xistine. Bê guman, hêza yekane ku van destkeftiyan gengaz kiriye, dînamîzma ku ji hêla berxwedana rêxistinkirî ya gel ve hat afirandin e. Tiştê ku îro divê were kirin, ev e ku bi ruhê yekîtîya neteweyî van destkeftiyan werin parastin û bêtir werin berfirehkirin.”

‘Rêberê Gelê Kurd sermuzakerevanê pêvajoyê ye’

Arzû Karaman diyar kir ku erka wan ew e ku zemînekî peyda bikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe tê de bixebite û pêvajoyê di şert û mercên azad de birêve bibe û wiha domand: “Baştirkirina şert û mercên birêz Ocalan, ku sermuzakerevanê pêvajoya veguherîna demokratîk e, Ji hela pêvajoya heyî ve hem ji bo me û hem jî ji bo gel daxwazek girîng e. Herwiha, bicîhanîna bilez a rêziknameyên yasayî yên ku di Rapora meclîsê de hatine destnîşankirin, ku pêdiviyên pêvajoyê destnîşan dike, ji bo pêşîgirtina li her cure astengiyan pir girîng e.”

‘Em ê bi hişmendiya yekîtiya neteweyî Cejna Newrozê pîroz bikin’

Arzû Karaman da zanîn ku tevî hemû pêşveçûnan jî xwe ji bo Nevroza 2026an amade dikin û got: “Heta niha, li gelek herêman, gel hatina biharê pîroz kir û li dora agirê newrozê bûn yek. Em ji niha ve kêf û coşa Cejna Newrozê ku dê di 21ê adarê de li Amedê bi beşdariya milyonan kesan were pîroz kirin dijîn. Em dizanin ku wekî her sal, dê îsal jî bi mîlyonan kes qadan tije bikin û bi germahiya agirê newrozê Birêz Ocalan silav bikin. Di heman demê de em bawer dikin ku em ê vê newrozê ji bo gelê kurd veguherînin bihareke hevpar. Em ê li her çar perçeyên Kurdistanê bi ruh û hişmendiya yekîtiya neteweyî cejna newrozê pîroz bikin. Çar parçeyên Kurdistanê dê di pîrozbahiyên newrozê de bibin yek. Ji ber ku newroz, li dijî kesên ku koletiyê ferz dikin geşkirina agirê azadiyê ye.”

‘Werin em govenda azadiyê mezintir bikin’

Arzû Karaman di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku bi salan e gelê Kurd ku nasname, hebûn û çanda wî li her çar parçeyên Kurdistanê dihat înkarkirin, li dora agirê Newrozê li hev civiya û bi berfirehkirina berxwedana xwe ya civakî gihîştiye vê astê û wiha got: “Em ji bo mezinkirina govenda azadiyê di serî de jin û ciwan tevahiya gelan vedixwînin cejna newrozê ya ku em ê li Amedê li dar bixin. Bi rihê neteweya demokratîk û yekîtîyê, em banga berfirehkirina jiyana azad a gelê Kurd dikin. Em hemû gelê xwe yê ku ji bo wekhevî û azadiyê bang dike, ji bo xurtkirina têkoşîna yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê vedixwînin Qada Newrozê ya Amedê.”

 

 

Etîket: Komîteya Amadekar a Newroza AmedêNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

18 ADAR 2026
Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

18 ADAR 2026
Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

18 ADAR 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

Li Geverê û Şemrexê pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin ZINDÎ

18 ADAR 2026
Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

18 ADAR 2026
Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (687)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne