Amedspor îro li Îskenderûnê dibe mêvanê Hataysporê. Çavek Amedsporê li girtina 3 puanan e û çavê din jî li lîstika her du reqîbên wê yên sereke ye.
Di hefteya 32yemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de Amedspor îro dibe mêvanê Hataysporê. Lîstik seat di 13:30an de li Stada Hataysporê ya li Îskenderûnê tê lîstin. Di lîgê de îdiaya Hataysporê nemaye û ketina lîga 2yemîn teqez bûye. Ji bo Amedsporê jî ev maç ji bo domandina îdiaya şampiyonê û derketina Sûper Lîgê gelek girîng e. Bi vê boneyê her çiqas ji bo Amedsporê lîstik wekî lîstikek hêsan bê dîtin jî di hefteyên dawî de Hayatspor îstîkrarek baş nîşan dide. Ev yek lîstika îro gelek balkêş dike.
Çavek Amedsporê jî li reqîba ye
Lîstika du reqîbên Amedsporê yên sereke jî îro ye. Esenler Erokspor îro li deplasmanê dibe mêvanê Erzirompsorê. Encama vê lîstikê jî Amedsporê ji nêz ve eleqedar dike. Ji bo wê çavek Amedsporê jî bi destxistina 3 puana ye û çavê din jî li ser lîstika her du reqîban e. Pêşbirka Erziromspor û Esenler Eroksporê ji bo Amedsporê avantajek mezin e.
Lîstika Amedsporê û Hataysporê seat di 13:30an dest pê dike, li ser ekranên beIN Sports Max û TRT Sporê jî zindî dê bê weşandin.













