Li Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes tên Qada Yenîkapiyê.
Îro li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Newroza bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratik” tê pîrozkirin. Di seatên serê sibê de girse li Qada Newrozê ya Yenîkapiyê kom bû û bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” li benda derbasbûna qadê man. Bi vebûna deriyên qadê re girse hat li qadê cihê xwe girt. Pîrozbahî dê di seat 11:00an de dest pê bike.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Serokê Wekhev ê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Demokratîk Huseyîn Mat dê di pîrozbahiyê de biaxivin.
Hunermend Suavî û Koma Amed jî dê derkevin ser dika Newrozê û stranan bêjin.














