Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê îro biçe Girava Îmraliyê.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kiribûn.
Hat zanîn ku wê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê îro biçe Girava Îmraliyê. Nehat zanîn ku wê kî di şandeyê de cih bigire.