Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi boneya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kiribûn.
Hat zanîn ku Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo cara duyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê.