Ciwanên Rihayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Zexelê ya Xelfetiyê cihê ku Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag lê hatibûn kuştin dar çandin.
Ciwanên Rihayê bi boneya 77 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Zexalê ya navçeya Xelfeti ya Rihayê dar çandin. Li cihê dar hatin çandin wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4ê Nîsana 2009an de di dema êrişa lêşkeran de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Dar cihê ku Mustafa Dag û Mahsûn Karaoglan lê hatibûn kuştin hatin çandin.














