Bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Kobanê û Qamişlo ji bo zarokên cangoriyan şahiyên rengîn hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de hate destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan mîsogeriya pêşeroja azad a zarokan e.
Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, Qamişlo û Kobaniyê bi boneya 4ê Nîsanê 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî hatin lidarxistin. Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê, bi amadebûna bi dehan zarok û malbatên cangoriyan şahiyek hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Cîhan Bozan axivî. Bozan rojbûna Abdullah Ocalan li zarokan û malbatên cangoriyan pîroz kir û got: “Gelê Kurd bi saya têkoşîna Rêber Apo nasnameya xwe nas kir û ji tarîtiyê derket ronahiyê. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nav têkoşînê de bin.”

Şano û stran hatin pêşkêşkirin
Di şahiyê de zaroka bi navê Kewser Bozî nameyek xwend û wiha got: “Ev roj ji bo me çavkaniya îlhamê û hevgirtinê ye. Wekî zarokên şehîdan em dibêjin; Bê Serok jiyan nabe”. Piştî axaftinan, stran û şano hatin pêşkêşkirin û şêranî li zarokan hate belavkirin.
Heyva Sor diyarî dan zarokan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî li Parka Azadî ji bo zarokên cangoriyan şahiyek li dar xist. Malbatên cangoriyan û endamên Heyva Sor a Kurd beşdarî pîrozbahiyê bûn. Cîhê şahiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hate xemilandin. Rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Gelawêj Osman rojbûna Abdullah Ocalan li beşdaran pîroz kir. Di bernameyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna Abdullah Ocalan hate nîşandan. Hunermend Danîş Botan û Koma Muzîkê ya Şehîd Bawer bi stranên şoreşgerî coşeke mezin dan şahiyê. Di dawiyê de Heyva Sor a Kurd diyarî li zarokan belav kirin.













