Li taxa Şabana ya navçeya Nisêbînê mayîn teqiya. Di encama teqînê de 2 zarok birîndar bûn.
Li taxa Şabana ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, mayîn teqiya. Di encama teqînê de du zarokên heman malbatê Ş.Y (15) û L.Y (13) birîndar bûn. Piştî teqînê komên tenduristiyê yên lezgîn û cendirme çûn cihê bûyerê.
Zarokên birîndar piştî destwerdana ewil a li cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hate hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û xeteriya wan a jiyanê nîne.













