Bi deh hezaran şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê li Stada Şehîdên 12ê Adarê kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Qamişlo, Dirbespiyê û Amûdê bi beşdariya deh hezaran kesan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Bi pêşengtiya Kongra Star û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li bajarê Qamişloyê şahiyeke bi heybet hate lidarxistin. Şahî bi diruşmeya “4ê Nîsanê Roja Afirandina Azadiya Jin û Civaka Demokratîk e” li Stada Şehîdên 12ê Adarê birêve çû.
Merasîmê bi merasîma leşkerî dest pê kir
Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, YPG, YPJ, Kongra Star û wêneyên cangoriyan hate xemlandin. Bi deh hezaran welatiyên ji Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tije kirin. Şahî piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi merasîmeke leşkerî ya şervanên YPJê dest pê kir.
Newroz Ehmed: YPJ mîsogeriya Sûriyeya demokratîk e

Di merasîmê de Fermandara YPJê Newroz Ehmed axivî û bal kişand ser mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê. Ehmed wiha got: “Rojbûna Rêber Apo ne tenê jidayîkbûna kesekî ye, di heman demê de rojbûna gelekî ye. Rêber Apo ji bo krîzên herêmê çareseriya entegrasyona demokratîk pêşkêş kir. Îro şoreşa me bûye şoreşa jinan. Peyama me zelal e; wekî çawa me di her qadê de pêşengî kir, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, hebûna YPJê şert e. Xweparastin mafê me yê rewa ye.”
Soza parastina destkeftiyan da
Ehmed her wiha diyar kir ku ji bo mîsogerkirina cihgirtina jinan a di nav parastinê de hevdîtinên wan berdewam dikin û soza azadkirina hevalên xwe yên dîl û parastina destkeftiyên şehîdan nû kir.
Jiyan Hemo: 4ê Nîsanê li dijî tarîtiyê ronahî ye

Li ser navê Koordînasyona Kongra Star, Jiyan Hemo jî axivî û destnîşan kir ku felsefeya Abdullah Ocalan îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Jiyan Hemo bal kişand ser êrîşên li dijî nasnameya Kurd û jinan û wiha domand: “4ê Nîsanê li hemberî tarîtiyê, olperestiyê û nîjadperestiyê ronahî ye. Hişmendiya ku îro Efrîn û Serêkaniyê dagir kirî, dixwaze vê rojê reş bike. Lê kes nikare fikrê Rêbertiyê tarî bike. Em ê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pejirandina hêza YPJê li ber xwe bidin.”
Stran hatin danîn û govend hatin gerandin

Piştî axaftinan, hunermend û komên çandê derketin ser dikê. Koma Stêrka Zêrîn a Tevgera Hîlala Zêrîn, hunermend Sûmeya Mihemed, Kadar Husên û Mufîda Efrîn bi stranên xwe coşa gel geş kirin. Şahî bi govendên girseyî û diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.






















