KNKê cejna Paskalyayê ya Mesihiyan pîroz kir û got, “Bila Cejna Paskalyayê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî, jiyana aştiyane û bexteweriyê.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Paskalyayê ya bawermendên Mesihî peyamek pîrozbahiyê weşand.
KNKê bal kişand ser pêvajoya ku hatiye li ber qonaxeke dîrokî û wiha got: “Îro cejn e, roja qiyamê ye, roja rabûnê ye, Cejna Paskalyayê ye. Di demekê de ku gelên Mezepotamya û gelên Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin, em cejna gelê Asurî-Suryanî-Kildanî, Ermenî û hemî bawermendên Mesîhî, careke bi dilekî xweş pêşwazî dikin û pîroz dikin.”
‘Qanaxa diyarkirina çarenûsê’

KNKê diyar kir ku di pêvajoya niha a girîng de qonaxa diyarkirina çarenûsa a gelên li herêmê ye û wiha pê de çû: “Şerekî mezin di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de derketiye. Ev şer li piraniya herêma rojavaya Asyayê belav bûye. Her çend em terefê vî şerî nebin jî lê piraniya welatê me jî bûye qada şer. Em di rewşeke vî rengî de Cejna Paskalya yê pêşwazî dikin. Di van rojên dîrokî de, em hêvî dikin pîrozkirina Cejna Paskalyayê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî û damezirandina civakeke wekhev û pêkve jiyana bi aştî û bexteweriyê.”
‘Bibe wesîleya aştî û aramiyê’
Di dawiya daxuyaniya xwe de KNKê xwest Cejna Paskalyayê bibe wesîleya aştî û aramiyê û wiha pê de çû: “Em weke KNKê bi germî Cejna Paskalya li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê Cihanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramiyê.”
Derbarê Cejna Paskalyayê de
Paskalya, yek ji cejnên herî girîng ên Mesîhiyan e û li gelek welatan li seranserê cîhanê bi coş tê pîrozkirin. Ev cejn vejîna Îsa Mesîh a ji mirinê nîşan dide, ku li gor baweriya Mesîhiyan ev yek di roja sêyemîn a piştî kuştinê rû da.
Li gor kalendara Mesîhiyan, Paskalya her sal di demeke cûda de dikeve, lê bi gelemperî di navbera Adar û Nîsanê de tê pîroz kirin û her tim roja Yekşemê ye.
Di çarçoveya rîtûel û adetên kevneşopî de, dêrsanên taybet li dêrên Mesîhiyan têne lidarxistin. Bi tenê ne ev, lê di gelek welatan de rêwîtiya rengkirina hêkan û belavkirina wan ji bo zarokan jî berdewam e. Hêk wek sembola jiyanê nû têne qebûl kirin, di dema ku “tavşanê Paskalyayê” di çandên rojavayî de cihê xwe girtiye.
Di nav civakê de, Paskalya wek cejnek ku peyama hêvî, nûbûn û destpêkek nû radigihîne, tê dîtin.













