Piştî nerazîbûnên tund ên Kurdan û Rêveberiya Xweser, Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê pênaseya ‘Erebê Sûriyeyî’ ya di qeydên nifûsê de guhert û wekî ‘Sûriyeyî’ derbasî qeydan kir.
Li gorî xalek Peymana 29ê Çileyê Kurdên ku bi hinceta, ‘ne ji Sûriyeyê ne’ sed sale bênasname û mafên bingehîn hatine hiştin, dê wekî welatî bên qeydkirin û mafên wan bên radestkirin. Ji bo vê yekê li Rojavayê Kurdistanê ofîs hatibûn vekirin û qeyda dihatin kirin. Lê ji ber ku Hikûmeta Demkî xwest Kurdan wekî, ‘Erebên Sûriyeyê’ derbasî peyda bike, rastî nerazîbûna siyasetmedar û gelê Kurd hat.
Gotina ‘Ereb’ hate rakirin
Di encama nerazîbûna rayedarên Kurd û gelê Kurd de Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî serwer e, piştî bertekên mezin ên gelê Kurd neçar ma biryara xwe ya nifûsê biguherîne. Hikûmeta Demkî beriya niha Kurd di qeydên nifûsê de wekî ‘Erebê Sûriyeyî’ tomar dikirin, lê piştî nerazîbûnan ev biryar hate betalkirin.
Pênaseya nû fermî bû
Li gorî biryara nû ya ku bi awayekî fermî hat qebûlkirin, êdî welatiyên Kurd di qeydên nifûsê de ne wekî ‘Ereb’, tenê wekî “Sûriyeyî” tên tomarkirin. Hate diyarkirin ku ev pênaseya nû ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê û wekî bersivek ji bo daxwazên Kurdan hatiye girtin.
Nerazîbûnê encam da
Rayedarên Kurd destnîşan dikin ku hewildanên ‘Erebkirinê’ yên di qeydên fermî de bûn sedema nerazîbûnek mezin a civaka Kurd. Tê gotin ku ev paşvegava Hikûmeta Demkî, encama zextên siyasî û nerazîbûnên gel e.













