Esenler Erokspor û Amedspor li Stenbolê hatin hemberî hev. Maça Erokspor û Amedspor 1-1 qediya.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Esenler Erokspor û Amedspor di hefteya 34emîn de li Stenbolê Stada Esenlerê hatin hemberî hev. Maç saet di 20.00an de dest pê kir. Her du tîm jî hinek bi kontrol dest bi maçê kir. Di deqîqeya 23yan de listîkvanê Eroksporê gol avêt û skor bû 1-0. Amedspor paşê ji bo gol bavêje derfet dîtin lê nekarî bi kar bîne û beşa yekemîn bi skora 1-0 bi dawî bû.
Amedsporê bi awayekî xurt dest bi beşa duyemîn kir. Di deqîqeya 51an de Mbaye Diagne gol avêt û skor kir 1-1. Di berdewamiya maçê de gol çênebû û maç bi 1-1 bi dawî bû. Amedspor bi vê encamê pûanê xwe kir 71 û 4 pûanê di navbera xwe û Esenler Eroksporê de parast.
Di heftaya 35emîn de 13ê Nîsanê li Amedspor û Umraniyespor werin hemberî hev. Maç dê li Stada Tahîr Elçî ya Amedsporê pêk bê.













