Amed – Di dîroka çand û hunera Kurdî de hinek kesayet hene ku bi keda xwe ya bêhempa dibin stûnên sereke yên parastina bîra civakî. Yek ji van navên herî girîng ku bi dehan salan e bêrawestan li ser şopa deng û awazên Kurdî digere, lêkolîn û arşîv dike muzîkolog Veysî Varli ye.
Muzîkolog Veysî Varli jiyana xwe ji bo muzîka Kurdî terxan kiriye û îro di nava civakê û derdorên akademîk de wekî referanseke zindî tê qebûlkirin. Keda wî ya 50 salî, wekî pireke a di navbera rabirdûyê û siberoja nifşên nû de cihê xwe digire.
Veysî Varli di sala 1975an de gava yekem avêt nav xebatên muzîkê. Nexasim di salên 80 û 90î de, gava ku zextên li ser ziman û çanda Kurdî di asta herî jor de bûn, wî dest bi xebatên xwe yên lêkolînî kir. Varli di wan salên tarî û dijwar de fêm kiribû ku muzîka Kurdî bîra neteweyî ya gel e. Bi vê hişmendiyê, wî ev bîr wekî emanetekî dîrokî girt ser milên xwe.
Arşîveke ji 28 hezar kilaman
Varli gund bi gund, herêm bi herêm geriyaye, ji devê pîr û kalan û ji dengbêjên herî resen bi sedan berhem berhev kirine. Ew kasetên ku li gundan di bin tirsê de dihatin veşartin, di destê Varli de bûn qeydên dîjîtal û kaxizên notayan. Îro di arşîva wî de 28 hezar kilamên Kurdî hene, ev hejmar ji bo parastina mîrateya devkî serkeftineke bêhempa û xezîneyeke neteweyî ye.
Zanista muzîkê
Yek ji aliyên herî xurt ên xebatên Varli, pisporiya wî ya li ser dengbêjiya herêma Serhedê ye. Wî şêwazên wekî kilam, heyranok û delîlo ji hev cuda kirine û taybetmendiyên wan ên herêmî bi hûrgulî belge kirine. Varli keda xwe bi berhemên akademîk ên wekî “Dîroka Muzîka Kurdî”, “Antolojiya Muzîka Kurdî”, “Dengbêjiya Me” û “Gotinên Pêşiyan û Folklor” tacîdar kiriye.
Li dijî talan û asîmîlasyona hunerî ye
Veysî Varli ku di avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de jî bi roleke çalak rabûye, her tim li dijî asîmîlasyona hunerî rabûye. Xebata wî ya herî girîng, tespîtkirina stranên Kurdî yên hatine dizîn ango kirine Tirkî. Varli bi belgeyan nîşan dide ku çawa bi sedan stranên Kurdî, di dema avakirina komarê û piştî wê, bi rêya wergerê hatine dizîn û kirine bi Tirkî. Di arşîvên fermî de wekî “Muzîka Gel a Tirkî” hatine tescîlkirin. Ew dibêje ku ev dizîna hunerî beşek ji polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Varli vê yekê wiha pênase dike: “Gava stranek tê dizîn, bi wê re çîrok, erdnîgarî û bîra miletê Kurd jî tê windakirin. Ev ne tenê mijara muzîkê ye, mijara parastina bîra dîrokî ye.”
Di Kurdiya qedîm de muzîka Kurdî ‘Lûr’ bû
Varli di lêkolînên xwe de deriyekî mîtolojîk û etîmolojîk vedike. Tespîteke wî ya herî balkêş jî li ser peyva ‘Lûr’ e. Ew dibêje ku berî ku têgeha muzîk ku koka wê Yewnanî ye bikeve ferhenga mirovahiyê, navê Muzîka Kurdan ‘Lûr’ bû. Ev nîşan dide ku muzîka Kurdî xwedî dîrokeke 5 hezar salî ye ku ji serdema Sûmer, Hûrî û Mîtanîyan heta îro hatiye.
Rexneya li ser windabûna qirikê
Li gorî wî, muzîka Kurdî li ser sîstema meqaman û dengên mîkrotonal hatiye avakirin. Gava hunermendên nû hewl didin stranên folklorîk bi amûrên Ewropî an jî bi teknîkên wan bixwînin, ew dengên nazik winda dibin. Varli vê yekê wekî çewisandina ruhê Kurdî pênase dike. Varli stranbêjên nifşê nû yên ku ji ruhê folklorê dûr in, wekî bazirganên hunerê dibîne. Ew şêwazê xwendina teknîka wan rexne dike û dibêje, “Kurd ruhê muzîka Kurdî tune dikin, Tirk, Ereb û Faris jî zimanê wê tune dikin.” Ji bo wî, parastina muzîka Kurdî parastina rûmet û nasnameyê ye.










