Li Stenbolê 79 ciwanên ku duh di çalakiya li dijî mirina biguman a Îlayda Zorlu de bi îşkenceyê hatibûn binçavkiribûn, 2 jê hatin girtin.
Jina ciwan Îlayda Zorlu di 17ê nîsanê de li Hatayê bi çêka bavê ya polîs bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Hat zanîn ku polîs li malbata Îlayda geriyaye û gotiye Îlayda li zanîngehê tev li çalakiyan dibe. Li dijî mirina biguman a Îlayda ciwanan duh li pêşiya Opereya Sureyya ya Kadikoyê ya Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin. Polîs êrîşî ciwanan kiribûn û 79 ciwan bi îşkenceyê binçav kiribûn.
Piştî karûbarên ciwanan li Midûriyeta Polîsan qediya 57 ciwan li nexweşxaneyan hatin berdan û 22 ciwan sewqî Edliyeya Kartalê hatin kirin. Ji 22 ciwan 15 jê bi kontrola edlî hatin berdan, 7 jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dageriyê ciwanên bi navê Ekîn Utku Yeter û Safa Eren Bektaş hatin girtin û 5 ciwan jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.













