Danişîna ewil a doza nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç li Dadgeha Şirnexê dest pê kir.
Danişîna ewil a doza nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê tê lidarxistin. Nedîm Orûç ji Girtîgeha Şirnexê anîn eywana danişînê û parêzerê wî Resul Temur di danişînê de amade bû. Nedîm Orûç ji 14ê meha Çile ve girtî ye û ji ber xebatên xwe yê rojnamegeriyê tê tawanbarkirin. Nedîm Orûç dema nûçeya xwepêşandanên ji bo Rojava li navçeya Cizîrê ya Şinrexê dişopand bi lêdanê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin.
Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dozê dişopînin. Her wiha nûnerê saziyên sivîl û siyasî jî beşdarî danişînê bûn û piştgiriya didin Nedîm Orûç.
Her wiha 18 welatiyên ku di xwepêşandanên li dijî êrişên ser Rojava de hatibûn girtin jî derketin pêşberî dadger. Hat zanîn ku dadgehê dosyeya Nedîm Orûç û girtiyên din kiriye yek.
Danişînê bi xwendin ango tespîta nasnameyê dest pê kir. Danişîn bi parastina rojnameger Nedîm Orûç, girtiyên din û parêzerên wan berdewam dike.













