Maça Amedspor-Igdirspor a roja Şemiyê dê serketina Amesporê diyar bike. Amedspor a xwedî avantaja averajê heke di vê maçê de bi ser bikeve dê karibe biçe Super Lîgê.
Sezona 1emîn a Lîga Trendyolê sibê bi dawî dibe. Piştî Erzurumspor FKê tîma ku dê bikeve Super Lîgê an Amedspor an jî dê Esenler Erokspor be. Amedspor a ku di hefteya dawî de pûanê wê bi Eroksporê re bû wekhev, bi avarejê ve gavek di pêşiya Ereksporê ye.
Amedspor a ku ji bo Super Lîgê têdikoşe, dê sibê saet 16:00an de dê bi Alagoz Holdîng Igdir FK re li qada wê bilîze. Ger Amedspor bi serkeve, piştre dê bi Ereksporê re bilîze û piştî vê maçê dê bikeve Super Lîgê.
Avantaja averajê ya Amedsporê ye
Di dewreya ewil a Lîgê de Amedsporê, Erokspor bi 2-1 têk biribû. Di dewreya duyemîn de maç bi 1-1 bi dawî bûbû. Li gorî vê encamê Amedspor li gorî averajê di pêşiya Eroksporê de ye û ji bo biçe Super Lîgê hêj jî xwedî avantaj e.













