Rêxistinên siyasî û sivîl bi boneya şermezarkirina êrişên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya got: “Deh sal berê DAIŞ bi hemû teknîk û piştevaniya ku digirt êrişî Rojava kir, lê ew êriş bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têk çû. Kobanê rizgar kirin. Êrişên li ser Rojava bi dawî bikin.”
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên sivîl bi boneya şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê û hêzên wê yên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê û kuştina sivîlan li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) a Amedê çalakiya rûnştinê li dar xistin û daxuyanî dan. Rêveberên partiyan, nûnerên saziyên demokratîk ên Amedê, aktîvîstên TJAyê û bi sedan welatî tev li çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat vekirin û girseyê dirûşmên “Bijî berxwedan Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berz kir.
Ewilî Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku divê êdî statûya Kurdan bê qebûlkirin û got: “Em ji bo jiyaneke hevpar bijîn û ava bikin îro li Qada Şêx Seîd kom bûn e. Heke hûn ê bêjin em ê bi êrişên çeteyan vîna gelê Kurd bişkînin, hûn xwe dixapînin. Hûn êdî nikarin vîna gelê Kurd bişkînin û Kurd ne Kurdên berê ne.”
‘DAIŞ li ber felselefeya Jin Jiyan Azadî têk çû’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û bi bîr xist ku Tirkiye hê jî bi SÎHAyan êrişî Bendava Tişrînê û gelê Kurd û pêkahteyên li Rojava ku nobetê digirin dike û wiha got: “Ev êrişên Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ne. Deh sal berê DAIŞê bi hemû teknîka û piştevaniya digirt êrişî Kobanê û Rojava kir. Lê DAIŞ li ber felsefeya “Jin jiyan azadî” têk çûk û Kobanê rizgar bû. Tirkiyeyê niha tişta ku DAIŞê nikarbû pêk bîne dixwaze pêk bîne. Lê bila bizanibin ku DAIŞ têk çû û ev jî wê têk biçin.”
‘Êriş sûcên li dijî mirovahiyê ne’
Adalet Kaya bang li qada navdeletî kir û got: “Em dixwazin hêzên navneteweyî van êrişên dijî mirovahiyê bibîne. Ev sûcê li Rojava pêk tê li dijî mirovahiyê ye. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê xwedî li Rojava derkevin. Heya ku êrişên li ser Rojava nesekinin aştî jî pêk nayê. Divê hûn êrişên xwe bi dawî bikin. Rojnamerger Nazim Taştan û Cîhan Bîlgîn, hunermend Bavê Teyar û hemû sivîlên hatin kuştin bibîr tînin û em dibêjin berxwedana li Bendava Tişrînê rûmeta me ye.”